Mustefa Akincî: Hilbijartinên Tirkiyeyê bandorê li Qubrisê dikin

New York (Rûdaw)- Serokê Qubrisa Bakur, Mustefa Akincî hêvî xwest ku piştî hilbijartinan Hikûmeta Tirkiyeyê berdewam be li ser piştevaniya pêvajoya aştiyê ya di navbera herdu beşên Qubrisê de.

Mustefa Akincî di daxuyaniyeke taybet de li avahiya Netweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ji Rûdawê re behsa bandora hilbijartina roja Yekşemê li Tirkiye li ser pêşeroja Qubirisê dike.

Mustefa Akincî Serokê Qubrisa Bakur e ku wek Qubirisa Tirkiye tê naskirin û li sala 1974 li ser Qubirisê di navbera Tirkiye û Yonanê de şerekî dirêjxayen derket û di encamê de Qubris bû 2 perçe. Bakurê Qubiris weke dewleteke tirkî serbixwe hat ragihandin û başûrê wê jî bû Qubirisa Yonanê û ji wê demê heta niha dewleteke serbixwe ye. Niha herdu beşên Qubirisê bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê di pêvajoya aştiyê de ne, ew jî ji bo dîsa hev bigirin û bibin yek perçe.

Mustefa Akincî ji Rûdawê re ragihand: “Wek çawa Brîtanya bo Yonanê hêzeke gerentî ye, Tirkiye jî ji me re wisa ye. 6ê Gulana borî ez ji aliyê Serok Erdogan ve bo Tirkiyeyê hatim vexwendin. tişta ku min dît ku Erdogan û Serokwezîr û Wezîrê Derve pêdagirî dikirin li ser piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Qubirisê. Ez hest dikim ku ev helwesta Tirkiyeyê di piştevaniya pêvajoyê de dê ligel danûstandinên herdu beşên Qubirisê de her berdewam be.”

Di bersiva pirsa Rûdawê derbarê bandora hilbijartinên tirkiyeyê li ser pêvajoya aştiyê di navbera beşê Tirkiyeyê û yonanê yên Qubrisê de, Serokê Qubrisa Bakur ragihand ku, mana desthilat di destê yek partî de ya guhertina sîstema niha li Tirkiyeyê bo gellek partiyan, dê bandora wê li ser pêvajoya me hebe.

Mustefa Akincî wiha domand: “Li gorî encamên hilbijartinan, emê karibin nasbikin ku dê bandor çawa bê kirin, ku gelo sîstema yek partiyê yan gellek partiyan li ser desthilata Tirkiyeyê dibe? Eger Hikûmeta Tirkiyeyê hevpeymanî be jî, dê kîja partî wê hevpeymaniyê girê bide.”

Herwiha Akincî ragihand: “Ez hêvîdar im piştevaniya Tirkiyeyê bo pêvajoya Qubrisê her berdewam be. Hêvîdar im her partiyek li wî welatî di hilbijartinan de bibe, ji nêzîk ve hevahengiyê ligel me bike. Çareserkirina vê pirsgirêkê ne tenê sûda wê ji Qubrisa Tirkiyeyê û ya Yonanê re heye, lê belê pêwendiyên Tirkiye bi Yekîtiya Ewropayê re baştir dikin, herwiha pêwendiyên Tirkiye û Yonanê jî ber bi başiyê ve dibin.”