Jineke Ukraynî bo Rûdawê: Leşkerekî Rûsî destdirêjî li min kir

Kyiv (Rûdaw) – Jineke ku li gundekî li ser sînorê Kyivê yê Ukraynayê tuşî destdirêjiya seksê bûye, got, "Leşkerekî Rûs ji min re got , tu dixwazî bi zorê bikim, an tu dê bixwe...Tu fêm dikî ez çi dibêjim."

Şerê di navbera Rûsya û Ukrayna de gelek wêranî li pey xwe hiştin. Aliyekî ziyanên şer li ser xelkê Ukrayna rewşa derûnî ye. Li hin deverên ku serbazên Rûsya derbas bûne destdirêjî li jinan kirine.

Yek ji van jinên bûye qurbaniya destdirêjiyê ji Rûdawê re behsa serpêhatiya xwe kir/

Jina kuu nexwest navê wê bê eşkerekirin, diyar kir ku 3ê Adarê dema ligel malbata xwe xwe re şîv dixwar, hin leşkerên Rûs bi serxweşiyê ketin mala wan, yek ji leşkeran tenê hevokek got û tişta ku dixwest kir.

Ew qurbaniya tuşî destdirêjiya seksê bûye ji Rûdawê re got: “Wan çay û av xwestin, lê li malê av tinebû. Ez çûm avê ji hewşê bînim. Yek ji wan bi min re hat û li derve ji min re got; 'Tu dixwazî ez zorê li te bikim, an tu bixwe dizanî ez çi dixwazim? Ez 15 deqeyan didim te ku tu lê bifikirî!’ Ez gelekî tirsiyam û piştî 15 deqeyan ez razî bûm û min got temam.”

Weke ku ew qurbanî dibêje, di mehekê de sê caran rastî êrîşa destdirêjiyê hatiye û hin leşkerên Rûsyayê jî berdewam li mala wan man e.

Ew jin herwiha dibêje: “Ez ji bo xwarinê bistînim ji malê derketim. Yek ji leşkerên ku min nas nedikir û ne li mala me bû. Li baxçeyê mala cîranê me, ez girtim. Ew bi temamî serxweş bû û gule berda guhê min û destdirêjî li min kir. Jiyan berdewam dike û divê ez berdewam bikim, ji ber ku kurekî min ê 13 salî heye.”

Li heman kolanê destdirêjiya seksê li dayik û keçekê hate kirin. Li gorî amaran li herêmên derdora Kyivê 106 jin û keç rastî destdirêjiya seksê hatine ku piraniya wan ji aliyê derûnî ve nexweş bûne û her tim bi psîkologan re di têkiliyê de ne.

Psîkologa li Lvîvê dijî Alexandra Kvitko jî got: "Dibe ku te bihîstibe zaroka 11 salî ya rastî destdirêjiyê hatiye, bi temamî nikaribû biaxive, lê ez pêre diaxivim û wêne bi wê re dikişandin. Dayika wê îro telefon kir û got ku wê îro dest bi axaftinê kiriye.”

Gundê Drujniya yê bi 60 kîlometreyan li bakurê Kyivê ye, xelk, wî gundî ji destpêka meha Adarê heta dawiyê di bin çavdêrî û gefa Rûsyayê de bû. Gund vala kirin, lê bîranînên tal ji bo jinên gund man.