Wezareta Derve ya Amerîkayê: Divê rejîma Esed bê sizadan

05-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 4emîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Xanşêxonê yê Îdlibê de ku ji aliyê Artêşa Sûriyê ve ew êriş hat kirin, Wezareta Derve ya Amerîkayê radigihîne, divê Beşar Esed li ser tawanên ku li Sûriyê kirine bê cezakirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di 4emîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Xanşêxonê yê Idlibê de daxuyaniyek belav kir û têde de ragihand, divê rijîma Esed li ser vê tawan û êrîşa ser bajarê Dûma yê gundewarê Şamê bê sizadan.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji civaka navdewletî jî dike, ku berpirsyaretiya xwe li hember tawanên şer ên li dijî mirovatiyê li Sûriyê pêk bîne.

Roja 4ê nîsana sala 2017an bajarê Xanşêxon li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê bi gaza Sarîn hat armanckirin, Opozisyona Sûriyê û welatên rojavayî artêşa Sûriyê bi encamdana wê êrişê tohmetbar kirin, lê hikûmeta Sûriyê û hevpymanên wê Rûsya û Îran ew yek red dikin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst