Brîtanya ji bo rêgiriya koçberan qanûneke nû derdixe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak dibêje ku ew dê rê li ber koçberên neqanûnî bigirin ku derbasî Brîtanyayê bibin û got, “Her kesê ku bi neqanûnî were nikare bimîne.”

Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak îro Yekşemê di hevpeyvîneke bi medyaya welatê de ragihand ku ew ê roja Sêşemê qanûnek nû ya koçberiyê ragihînin ku armanca wê rêgiriya koçberan e bi taybetî yên ku bi beleman ji tengava Îngilîz re derbas dibin.

Rishi Sunak diyar kir ku Wezareta Navxwe bi hevahengiya wezaretên peywendîdar qanûn amade kiriye û got, “Mijara koçberên neqanûnî yek ji karên min ên pêşîn e û min soz da ku dawî li hatina koçberan bi beleman bînim û ez li ser soza xwe bi israr im.”

Wezîra Navxwe yê Brîtanyayê Sully Braverman jî li ser yasa ya nû ya koçberan got, “Êdî bes e. Brîtanî dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Ew ji axaftina bê kiryar westiyane. Divê em diyardeya koçberiya bi beleman rawestînin, eger ew bi rêyên neqanûnî bên dê bên desteserkirin û nayên hîştin ku li vir bimînin. Yasa dê zelal be. Tekane rêya hatina Brîtanyayê dê bi qanûnî û ewle be.”

Li gorî medyaya Brîtanî, yasaya nû qedexe dike ku koçberên bi beleman tên daxwaza rûniştinê bikin û desthilatê dide Wezareta Navxwe ku hemû koçberan dersînor bike bo Rwandayê yan jî welatên wan, bi şertê ku ewlehiya wan welatan hebe.

Ev pêngav di demekê de ye ku pêla koçberan ji bo Brîtanyayê berdewam e û ev yek jî zextê li hikûmetê dike.

Amarên fermî diyar dikin ku tenê di du mehên destpêkê yên îsal de 2 hezar û 950 koçber ji kendava Îngilîz re derbasî Brîtanyayê bûne.