Xwebexş dijî hêzên Rûsî dronan bikar tînin

Hewlêr (Rûdaw) - Di rewşa normal de xwebexşên Ukraynî dronên xwe ji bo tomarkirina vîdeoyên şahî û çalakiyên sporê bikar tînin, lê piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ji 24ê meha borî ve, niha bo çavdêrîkirina liv û tevgera leşkerî ya Rûsyayê tên bikaranîn.

Bikarhênerê dronê Taras Troiak dibêje "Agehdariya min ji gelek nimûneyan heye ku van dronan jiyana xelkê me yên Ukraynayê parastine."

Piştî tomarkirina wêneyên leşkerên Rûsî bi kamerayên dronên xwe, ev xwebexş wan wêneyan bo hêzên Ukraynî dişînin. Hinek ji van dronan kamerayên wan ên ku bi şevê dibînin jî hene.

Taras Troiak got jî "Em bi şevê leşker û tankên wan dibînin, eger ew venegerin Rûsyayê, hemû dimrin."

Ligel zêdebûna şerê kolan bi kolan, tê çaverêkirin Ukrayna tektîkên ku di şerên vê dawiyê li Reqqa û Mûsilê di 2017an de  hatibûn bikaranîn, ew jî bikar bîne.

Pisporê Karûbarê Şer Peter Warner Singer ragihand "Li Iraqê wek mînak, DAIŞê narincok, guleyên hawan an jî bombe bi dronan ve girêdidan û li cihên pêwîst diavêtin. Hinek ji wan dronên xwekuj bûn, li cihên ku dixwestin wan biteqînin ew diteqandin. Ne ecêb e eger em tiştekî wiha li Ukraynayê jî bibînin."

Ji aliyê leşkerî ve artêşa Rûsyayê gelekî pêşketî ye, lê ev dron biçûk in û zehmete hêlîkopter an balefirên şer bo têkşikandina wan bên bikaranîn. Leşkerên Rûsî li ser erdê teqeyê li van dronan dikin an jî teknolojiya taybet dijî  îşaretên wan bikar tînin daku wan ji kar bixin.