Şahê Brîtanyayê bi penceşêrê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Qesra Buckinghamê ragihand ku Şahê Brîtanyayê Şah Charlesê 3yem ê 75 salî bi penceşêrê ketiye.

Coreyê penceşêrê nehatiye eşkere kirin lê li gorî daxuyaniya qesrê, şah îro dest bi tedawiyên asayî kiriye.

Herwiha Qesra Buckinghamê diyar kir ku coreyê penceşêrê ne penceşêra prostatê ye lê li ser mezinbûna prostata wî hatiye teşxiskirin ku bi penceşêrê ketiye.

Qesra Buckinghamê got, “Şah di derbarê tedawiya xwe de bi temamî erênî ye û li bendê ye ku di demeke kin de vegere ser peywira xwe.”

Li aliyê qesrê amaje bi wê yekê kir ku şah ji bo ku rê li ber spekulasyonan bigire û ji nexweşên penceşêrê yên li seranserê cîhanê re bibe alîkar nexweşiya xwe bi raya giştî re parve kiriye.

Hat ragihandin ku dê Şah Charlesê 3yem dê hevdîtinên xwe yên bi gel re paş de bixîne û endamên din ên payebilind ên kraliyetê jî di dema dermankirina wî de pê re bibin alîkar.

Li ser qonaxa penceşêrê an teşxîsê tinzanyariyên zêdetir nehatin belavkirin.

Piştî mirina Şahjin Elizabeth II, kurê wê Charlesê 3yem di 8ê Îlona 2022yan de di 73 saliya xwe de bûbû Şahê Brîtanyayê.