Çîn li ser xistina balona xwe gefê li Amerîkayê xwar

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Amerîkayê balona Çînê ya ku ketibû qada esmanî ya Amerîkayê xistin xwarê. Rêveberiya Washingtonê Pekînê bi bikaranîna balonê ji bo sîxuriyê tawanbar dike; Pekîn jî ev sûcdarkirin red kir, xistina xwarê ya balonê wekî bersivek mezin binav kir û got "Bûyer binpêkirina pêkanînên navneteweyî ye, û mafê wê heye jî bersiva pêwîst bide "

Berpirsên Amerîkayê dibêjin, ew balon ji bo karê sîxuriyê hatibû bikaranîn, lewra pêwîst bû wê bînin xwarê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden got "Dema zanyarî derbarê balonê de dan min, min ferman da Pentagonê daku di zûtirîn dem de wê bixin xwarê, bêyî ti zerarekê bighînin kesekî û wan jî bi awayekî serkeftî balon anîn xwarê."

Amerîka dibêje, ev balon bi bilindahiya di navbera 24 heta 37 kîlometreyan de firiya ye, leza wê 46 kîlometre di demjimêrekê de bûye, zêde jî bi wê navçeya ku bingehên serbazî û depoyên çekên etomî tê de ne çûye.

Ji xeynî vê yekê jî, ew balon şaneyeke teknolojîk pêve girêdayî bû, ku dibe kamêra, radar û amûrên peywendîkirinê tê de hatibin danîn.

Pentagon dibêje, ew balon bi mûşeka firokeyeke F-22 hatiye xistin, û bi leza 11 kîlomtre di demjimêrekê de ketiye xwarê û perçeyên wê jî ketine nav deryayê.

Piştî xistina balonê, Çînê hişyarî da Amerîkayê û ragihand ku bersiva vê yekê dibe.

Wezareta Derve ya Çînê dibêje "Bikaranîna hêzê binpêkirineke vekirî ya prensîpên navdewletî ye. Çîn maf û berjewendiyên xwe yên rewa diparêze û mafê wê heye jî bersiva pêwîst bide."

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê dibêje, baloneke din a Çînê li esmanê kîşwera Amerîkayê başûr hatiye dîtin û di çend salên borî de jî, li esmanê welatên Ewropa û başûrê rojhilatê Kîşwera Asyayê balonên Çînî hatine dîtin.