FLAŞ - Piştgîriya Kurdistanê bû rojeva Kongreya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan - Du senatorên Partiya Komarîxwaz a Amerîkayê bi fermî hewlên xwe di Kongreya Amerîkayê de bo pêşkêşkirina alîkariyên darayî bo Herêma Kurdistanê bi awayeke rasterast destpê kirin.

 

Her su senatorên Komarîxwaz, John McCain û Lindsey Graham dest bi hewlên xwe kirin, da ku bi awayeke rasterast alîkariyên darayî ji Herêma Kurdistanê re bên şandin.

 

McCain û Graham ragihandine, ew li dûv rêyeke bilez de digerin daku proje yasayekê di Kongreya Amerîkayê de bo şandina pere bo Hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem pesend bikin.

 

McCain di vê bareyê de ragihandiye, ku dîtina rêyekê bo gihandina alîkariyên darayî bi Kurdan ne ewqasî zehmet e û gerek ew yek were kirin, çimkî hêzên kurdî ku şerê DAIŞê dikin, ew çend meh in ku mûçeyên xwe wergirtine.

 

Ji aliyekê din ve senatorê Partiya Demokrat û Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Senatoyê Bob Crocker dijatiya xwe ligel wan hewlan nîşan da.

 

Bob Crocker hişyarî da, ku karên bi wî awayî Iraqê bileztir berev parçebûnê ve dibin, weke ew şaşiya ku di şandina çekan bo Kurdan bi awayeke rasterast hat kirin.

 

Crocker got, ku renge ew hewlên wisa nerazîbûna tund a Bexdayê li hember Washingtonê li pey xwe bîne.