Rojnameyeke ewropî: Erdogan dîn bûye!

Dusseldorf (Rûdaw) - Derbarê rewşa li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, dengoyekî hevpar di pirraniya çapemeniya ewropî de ew e ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hemberî kurdan zilmê dike û li ser rêyeke şaş e.

 

Rojnameya DER STANDARD, ku yek ji mezintirîn û bibandortirîn rojnameyên Nemsayê ye, ev helwesta li Ewropayê heyî, bi kurtî diyar kiriye.

 

Di şîroveya bi sernavê “Erdogans Amoklauf“ (ku tê wateya “Dînbûna Erdogan“ – Amoklauf di almanî de wê demê tê gotin, dema kesek dîn-har bibe û bi nav xelkê bikevê û bêyî cudabûn xelkê bikuje) nivîskar Paul Lendvai wiha dibêje:

 

“Kiryarên bi kêfî yên serokomar, demokrasî, mafên mirovan û kêmîneyan û azadiya ramanê li Tirkiyê dikin metirsiyê. Berevajiyê nûçeyên ne kûr an jî li gor berjewendiyan, Tirkiye ne beşek ji hewlên çareserkirina krîza koçberan e. Di rastiyê de Tirkiye kelemekî herî mezin e li ser rêya aramî û hevkariya li Eropayê. Tevgera dînîtî ya serokkomarê heyranê desthilatê li hemberî kêmîneya mezin a kurdan û çolkirina bajar û herêmên wan, dikare berevajoyê hêviya Ewropaye - ya bi 3 milyar Euro şirînkirî - ya kêmkirina koçberan, hêj bi sedhezaran kurd mecbûrî koçberiyê bike.“

 

Nivîskar diyar dike ku piştî şerê ji 1984ê ve di navbera PKKê û Tirkiyê de, bi 40.000 kuştiyan, wiha xuya dikir ku hevdîtinên veşartî yên di navbera hikûmetê û Serokê PKKê Abdullah Ocalan de rêya pêvajoyeke aştiyê vekirine, lê serketina HDPê di hilbijartinên Pûşpera 2015ê de wiha kir ku Erdogan siyaseta xwe bi temamî biguherîne. 




Paul Lendvai

 

Nivîskarê nemyasî diyar dike ku hesabê Erdogan di hilbijartinên bi zorê lidarxistî de  bi rêya şerkirina ligel PKKê dawiya dawî çû serî û partiya wî di hilbijartinên Mijdarê de bi ser ket û wiha berdewam dike:

 

“Di heman demê de wî bi fermî fermana operasyoneke berfireh ya leşkerî “ji bo jinavbirina PKKê“ bi çekên giran da, lê di rastiyê de ji ber qedexeya bi hefteyan a derketina derve û derbasbûna nav bajaran, ev operasyon li hemberî gelê kurd bû.

 

Di dawiya nivîsa xwe de, nivîskar diyar dike ku kiryarên bi keyfî yên Erdogan gefek in li ser demokrasî, mafên mirovan û kêmîneyan û azadiya ramanê li welatê wî û bêdengiya ewropiyan rexne dike:

 

“Hesabê vê bêdengiyê li ser rewşa li welatekî berendamê Yekîtiya Ewropayê dikare ji wê ‘rişweta ji bo pêşilêgirtina koçberan hêj bilindtir be.“

 

Zêdetirî 3 mehan e şerekî giran li hinek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê didome. Şervanên YDG-Hê, ku tê gotin girêdayî PKKê ye, di nav bajaran de xendeq kolane û li dijî hêzên tirk şer dikin.

 

Ji ber şerê bajaran, heta niha bi deh hezaran welatî neçar mane mal û cihê xwe berdin, bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne.