Li Nepalê erhejeke bihêz: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nepalê şeva din erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan çêbû.

Di encama erdhejê de 69 mirî û di hejmareke zêde de birîndar hene.

Rayedaran ragihand ku navenda erdhejê 42 kîlometre li başûrê herêma Jumlaya Nepalê ye.

Herwiha bîlançoya erdhejê ya heta niha hat parvekirin.

Rayedaran got ku li herêma Rukumê 35 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûn û gelek xanî jî hilweşiyane.

Kesên birîndar bûn rakirine nexweşxaneyên herêmê.

Herwiha rayedaran diyar kir ku li herêma Jajarkotê jî 34 kesan jiyana xwe ji dest daye û li herêmên çiyayî jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmên çiyayî tevî gundiyan cenazeyên miriyan û kesên birîndar bûne ji binê kavilan derdixin.

Ji ber herifîna axê rê hatine girtin û tîmên lêgerînê nikarin xwe bigihînin hinek gundan.

Herwiha rayedaran got ku tê payîn, danê sibê hejmara miriyan zêdetir bibe û wan diyar kir ku pêwendiya wan bi gelek gundan re qut bûye.

Navenda Çavdêrî û Lêkolînê ya Erdhejê ya Neteweyî ya Nepalê ragihand ku hêza erdhejê 6,4 pile ye.

Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya Hindistanê (NCS) di daxuyaniya xwe ya li ser Facebookê de ragihan ku hêza erdhejê 6,4 pile û kurahiya erdhejê 10 kîlometro bûye.

Ajansa nûçeyan a Hindistanê ANI Newsê diyar kir ku li Delhiya paytexta Hindistanê û hin herêmên li bakurê welêt jî hest bi erdhejê hatiye kirin.

Li aliyê din li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS), hêza erdhejê 5,6 pile bûye.