Şirketa ku çopa xwe li fezayê dihişt hat cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Şirketa Peykan a Dish Networkê ya Amarîkayê peykên xwe yên ku naxebitin li fezayê dihêle.

Şirketa ku peykên xwe kom nake, hat cezakirin.

Dezgeha sazkirinê ya telekomunîkasyona Amerikayê ya bi navê Komîsyona Pêwendiyan a Federal (FCC), li şirketa ku peykên xwe li fezayê hiştine 150 hezar dolar ceza birî.

Bi vî rengî Şirketa Peykan a Dish Networkê ya Amarîkayê, bû şirketa yekemîn a ku ji ber çopê hatiye cezakirin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Pêwendiyan a Federal, ji ber ku peyka bi navê EchoStar-7ê ku ji sala 2002yan vir ve li bilindahiya 122 kîlometroyan e û “bi rêkupêk ji rêgehê nehatiye derxistin” wan ceza li şirketê birîye.

Şirketê piştî peymana bi Komîsyona Pêwendiyan a Federal re, dûrxistina peykê heta 300 kîlometreyî li ser xwe girt.

Li gorî Ofîsa Karûbarên Fezaya Derve ya Neteweyên Yekbûyî, li ser rêgeha fezayê nîv milyon parçeyên ku bi qasî mermerekî û sed milyon parçeyên ku bi qasî mîlîmetreyekê çop tê dîtin.

Ev çop ji bo keştiyên fezayê xetereke mezin e.