Hemasê 5 Filistînî darve kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Hemasê ragihand ku wan 5 Filistînî darve kirine.

Tevgera Hemas a ku Xezzeyê kontrol dike, roja Yekşemê darvekirina 5 Filistîniyan ragihand ku 2 ji wan bi tometa "hevkariya hêzên dagirker (Îsraîl) re" hatine cezakirin.

Di daxuyaniya Hemasê de hat gotin, “Sibeha roja Yekşemê du girtiyên bi tawana hevkariya dagirkeran û 3 girtiyên ku bi tawana kuştinê hatibûn girtin, hatin darvekirin.”

Hemasê her wiha destnîşan kir ku girtiyan li dadgehê mafên xwe yên parastinê bikar anîne.