Kurdên li Swêdê bi ser partiyên rastgir û çepgir de dabeş bûne
Stokholm (Rûdaw) – Roja Yekşema pêş me, wate 9ê Îlonê li Swêdê di yek carê de dê sê hilbijartin werin kirin. Hilbijartinên parlamentoyê, yên komûnan û yên encûmenên bajaran. Di nav berbijêrên hersê hilbijartinan de 28 Kurd hene ku çavê wan li ser 90 hezar dengderên Kurdên Swêdê ye.
Bi tevî ku vê carê ji bo hilbijartinên Swêdê hejmara berbijêrên Kurd gelek in lê tê pêşbînîkirin vê carê hejmara parlamenterên Kurd kêm bibin.
Siyasetvan û nivîskarê Kurd Kurdo Baksî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Berî di 4 partiyên cuda de şansê derketina Kurdan hebû û 6 Kurd bûne parlamenter. Lê di van hilbijartinan de pêşbirka Kurdan ji 2 partiyan derbas nake û şansê Sosyal Demokratan zêdetir e.”
Kurd giringiyê nadin hilbijartinên komûn û şaredariyan
Baksî dibêje berbijêrên Kurd pişta xwe bi dengderên Kurd germ dikin lê ew jî ne çalak in û guh nadine hilbijartinan.
Serkan Kose, ku niha parlamenter e û careke din berbijêrê Sosyal Demokratan e û dibêje: “Hejmara Kurdên ku deng nadin gelek e. Lênêrîna wan a siyasetê qels e û ev yek jî bandorê li ser hejmara kêmbûna Kurdan di parlamentoyê de dike û herwiha nahêle Kurd di siyaseta Swêdê de bihêz bin.”
Gotinek heye ku dibêjin Kurdên li Swêdê yan naçine ser sindoqan an jî dema diçin tenê dengên xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê didin. Ev di demekê de ye ku nêrîna çalakvanên siyasî yên li komûn û herêman ji yên parlamenteran giringtir in.
Rajan Îbrahîm 24 salî ye û li gel Lîberalan kar dike û diyar dike: “Siyaseta navxwe, sosyal, bûdce, dibistan û bi dehan xizmetguzariyên din bi şaredarî û herêman ve girêdayîne. Pir giringe Kurd di wan de hebin. Lê mixabin Kurd jixwe nizanin ku hilbijartineke wiha heye û pir kêm jî beşdar dibin.”
Îbrahîm dibêje: “Karesat e ku serokê lîsteya partiya herî mezin a bajarê Stokholmê Kurd be, piraniya Kurdan li wî bajarî bin lê haya wan ji vê yekê nebe.”
Li gorî gotina Rajan Îbrahîm li Stokholma paytexta Swêdê 150 hezar Kurd hene û 90 hezar ji wan xwediyê mafê dengdanê ne.
Berbijêrê Komûnan a Partiya Çep li bajarê Upsala Selam Qadirzade dide xuyakirin: “Kurd ji gelek neteweyên din baştir in lê mixabin kes hene 12 sal in li vir dijîn, du xulên hilbijartinan dîtine lê nizanin mafê wan ê dengdanê heye.”
Kurdên Upsala alîgirê partiyên rastgir in
Upsala bajarê akademîstan û zanînegahan e û herwiha sêyemîn bajarê mezin ê Swêdê ye. Di çenbd salên borî de hejmara Kurdên vî bajarî jî zêde bûye. Lê zêdetir partiyên rastgir hildibijêrin. Ev di demekê de ye, ku piraniya Kurd û biyaniyên wî welatî hertim piştgirî dane çepgir û sosyalîstan.
Berbijêrê Partiya Lîberal a Gel Îsmaîl Kamil li bajarê Upsala diyar dike: “Tişta ku Partiya Lîberal a Gel ji bo Kurdan kiriye ti partiyeke din nekiriye.”
Îsmaîl Kamil berê parlamenter bû lê xula derbasbûyî nekarî dengên pêwîst bidest bixe û wek endamê yedeg ma.
Lê berbijêrê Partiya Çep a vî bajarî Selam Qadirzade berovajî dide xuyakirin: “Peywendiyeke îdeolojîk di navbera Kurdan û partiyên çep de heye. Ji lewra jî partiya me dostê nêzîk ê Kurdan e.”
Kêşeya dabeşbûna Kurdan bi ser partiyên rast û çep de bûye mijara gengeşiyan. Hinek ji Kurdên wî welatî beşdarbûna hilbijartinan ji bo Kurdan giring dibînin.
Selam Kurde nîştecihekî kevin ê Swêdê ye û hevsoziya Kurdan a li gel partiyên çepgir wek “karesat û malwêranî” binav dike û dibêje: “Partiyên çepgir xwediyê siyaseteke têkçûyî yê aborî ne. Hertim xelkê ber bi tembeliyê ve dibin. Kurd piştgiriyê bidin wan dê bibe malwêranî.”
Lê parlamenter Lawên Rêdar ku carke din ji Partiya Çapgir xwe berbijêr kiriye dide xuyakirin, ku niha ne mîna berê ye û gelek guhertin çêbûne. Bi gotina wê partiyên çepgir xwedî blok in û li dijî nijadperstan in.
Partiya Demokratan di hilbijartinên 2014ê de bûne seyemîn ku ev uyek ji bo wan şoka sedsalê bû. Li gorî rapirsiyên dawî hejmara dengên wan hinek zêde bibe jî dîsa dibin partiya sêyemîn.
Ew partiyên ku li dijî biyaniyan in û bi berdewamî nameyan ji xelkê re dişînin û daxwaza piştgiriyê dikin. Kurdekî wî welatî dibêje, heta niha 6 name ji wî re hatine. Ev di demekê de ye ku berî tenê ji swêdiyan re name dişandin û digotin, “Swêd a swêdiyan e, ne ya biyaniyan.”
Serokê Partiya Demokratên Swêdê di hevpeyvînekê de ji radyoyeke wî welatî re got: “Biyaniyên dibin swêdî divê bi temamî bibin swêdî û çanda vî welatî pesend bikin.” Lê nayê zanîn ka sedema vê mermbûnê taktîk û ji bo bidestxistina dengan e yan têgihiştina rastiyekê ye.
Ev demek e di torên civakî de propagandaya Kurdan a ji bo wê patiyê bûye moda. Salar Alanî bi eşkere liser facebookê propagandaya vê partiyê dike. Ew dibêje: “Eger hûn naxwazin Swêd bibe Tenista û Renkebî, hemû Stokholm jî bibe Kabûl, dengên xwe bidin Partiya Demokratên Swêdê.”
Tenista û Renkebî du kolanên bakurê Stokholmê ne, ku bûye cihê kombûna biyaniyan û hertim çavkaniya pirsgirêk û nearamiyê ne.