Pirsa bikaranîna çekên kîmyawî di rojevê de ye

Moskow (Rûdaw) - Piştî gotûbêjkirina rapora Netewqeyên yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî  di civîna Civata Ewlekarî ya NY de, nûnerên Amerîka, Brîtanya û Fransayê ragihandin ku ewê dê dest bi hewildanên sepandina cezayên ser rêjima Sûrîyê bikin.


Li sûriyê berdewam behsa bikaranîna çekê kîmayawî li dijî navçeyên opozîsyona sûriyê tê kirin, lê pisporên leşkerî yên Rûsya dibêjin, ev mijar tenê faktoreke ji bo çêkirina guvaşê li ser Beşar Esed.


Şîrovekarekî Rûsya eşkere dike, heta ku serokê Amerîka Barack Obama be, ewê Amerîka ti operasyonan ji bo hilweşandina rejîma Beşar Esed li dar nexe.


Piraniya pisporên  serbazî yên Rûsyayê jî wek rêveberiya dewleta xwe, tekez dikin ku dewletên rojavayî, bi taybetî Amerîka  bi jinûve vekirina  dosyaya çekên kîmyawî, hewil didin, ji bo rûxandina hikumeta Sûriyê bi riya serbazî, hincetekê çêbikin.


Pisporê serbazî yê bi navê Vladîmîr Yevseyev ji Rûdawê re wiha got:


"Çekê kîmyawî tenê faktorekî guşara ser Beşar sed e. Ti derfeta wan a din ji bo ruxandina Beşar Esed  bi riya zorê tune, ji ber ku hêzên serbazî yên Rûsyayê li Sûriyeyê ne. Ew niha hewil didin ku bêjin, `Belê, em rast bûn! Ewê li Gutaya Rojhilatê çekê kîmyewî bikara anî, Beşar Esed bû! Lewma jî ew serokekî ne rewa ye! ` Lê belê ew tenê  şêwazeke guşarê ye. "


Belam ne hemû çavdêr di wê nêrînê de ne ku Amerîka amadekariya operasyoneke serbazî  ji bo rûxandina rejîma Beşar Esed dike.


Karmendê Enstîtuya Rojhilatzanî ya Akademiya Rûsyayê Vladîmîr Sotnîkov jî got:


"Ta dawiya mohleta serokê îro yê Koşka Sipî, ti operasyoneke ji bo hilweşandina rejîma Beşar Esed dê li dar naxe. Çekê kîmyawî vê gavê  di destê rejîmê Beşar Esed de tine. Ev mesele bi zanebûn jinûve hatiye vekirin. Ji bo çi? Ji bo ku Amerîka dixwaze nîşan bide ku ewê dê ne plana operasyonekî serbazî bike, lê ewê dê piştgiriya wan hêzên dijbereya Sûriyê bide, yên ku li dijî Esed şer dikin. "


Ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hat ragihandin, ku daxuyaniya nûnerê Amrîkayê ya li ser senaryoyên serbazî yên li Sûriyeyê, dijî hewildanên Moskow û Washingtonê ye, ku dixwazin rêyên çareseriya aştiyane ya li Sûriyê peyda bikin.