KANADA: Ji bo wîjdana me ji xewê rabe divê zarokek bimire?

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Kanadayê mafê penaberîtiyê neda malbata Alan a 3 salî yê ku di deryaya Spî de xeniqî, Herêma Quebec a wî welatî biryarek stand.

 

Serokwezîrê Herêma Quebec a Kanadayê Philippe Couillard ragihand, Herêma Quebec amade ye pêşwazî li koçberên Sûriyeyê bike û got: “Ez daxwaz ji partiyên siyasî yên Kandayê dikim bi zelalî helwesta xwe derbarê vê dosyayê de aşkere bikin.”

 

Philippe Couillard di daxuyaniyekê de ragihand, Quebec amade ye pêşwazî li penaberên Sûriyeyê bike û daxwaz ji partiyên siyasî yên Kanadayê dikim bi zelalî û bi awayeke aşkere helwesta xwe derbarê vê pirsê de rabigihînin. Çimkî karesat e ku me pêwîstî bi wêneyê zarokekî mirî hebe da ku wîjdana me ji xewê rabe.

 

Couillard herwiha da xuyakirin: “Bo wî zarokî dem bi ser çû, lê belê hêj dem li pêşiya me maye bo ewên din da ku em destê alîkariyê ji wan re dirêj bikin. Wek çawan ku Quebecê çendîn caran ew kar kiriye, gerek wê carê jî her wisa bike.”

 

Serokwezîrê Herêma Quebec di berdewamiya daxuyaniya xwe de bi bîr anî, ku çawan Herêma Quebec di dema şerê Viyetnamê de pêşwazî li hezaran welatiyên viyetnamî kir û aşkere kir, Quebec ji destpêka îsal ve heya niha 643 koçberên sûrî wervgirtiye û biryar e heya dawiya sala 2015an pêşwazî li hejmareke zêdetir a koçberên sûrî bike.

 

Alan Kurdî yê 3 salî yê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê roja 2ê Îlonê ligel birayekî xwe bi navê Xalib ê 5 salî û dayika wan Rihan a 28 salî dema ku xwastibûn ji Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve herin, di deryaya Spî de xeniqîn û cenazeyê wan li qeraxa bajarê Bodrum ê Tirkiyeyê hatin dîtin.

 

Wêne û dîmenên cenazeyê Alan ê 3 salî ku li qerax deryayê li ser devê xwe bêcan ketibû, di demek kêm de li sernaserê cîhanê belav bû û jibilî ku di torên civakî û li ser malperên Internetê hatin weşandin, bû manşêta rojname û kovarên navdar li cîhanê.

 

Herwiha gellek ji siyasetvanên welatên memzin ên cîhanê jî derbarê mirina Alan ê ji Kobanî daxuyanî dan û xemgîniya xwe anîn ziman.