Penaberekî Kurd li Viyanayê hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberekî Kurd ê ji Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li Viyanaya payexta Awustûryayê bi kêrê hevjîna xwe kuşt.

Li gorî malpera nûçeyan a Awusturyayî OE24 duh danê êvarê demjimêr derdora 14:00an de kolana Brunnengasse a li herêma Ottakringê ya Viyanayê penaberekî Kurd ê bi navê Hougar H. yê 35 salî hevjîna xwe ya 28 salî bi kêrê kuşt.

Li gorî medyaya Awusturyayî piştî ku kujer hevjîna xwe kuşt hewla xwekuştinê daye û xwe ji qata sêyem avêtiye.

Dema ku kujer xwe ji qata sêyem avêtiye erdê parsûyên wî şikestine û cîranên wî pê hesiyane û gazî polîsan kirine, ew rakirine nexweşxaneyê û jiyana wî di xeterê de ye.

Li gorî polîsên Awusturyayê heta niha nayê zanîn ku wî hevjîna xwe kuştiye.

Herwiha medyaya Awusturyayê ragihand Hougar H. nêzikî meheke berê û hevjîna wî nêzikî 2 sal berê çûna Awustûryayê û 3 zarokên wan ên 3, 6 û 10 salî hene.