Amerîkayê bo pûçkirina mînan li rojhilatê Sûriyê 6 milyon dolar veqetandin

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê bo pûçkirina mînan li bakurê rojhilatê Sûriyê 6 milyon dolar veqetandin. Li gor Grûpa Şêwirmendiyê ya Mînan (MAG) li bakurê rojhilatê Sûriyê, Ofîsa Nehiştina Çekan ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê 6 milyon dolar bo pûçkirina mînan li rojhilatê Sûriyê veqetandine.

Li gor MAGê, dê ev pere derfetê bide wan, 3.6 milyon metre çargoşe zevî li navçeyê ji mînan paqij bikin, herwiha hişyariyê bidin 34 hezar kesan ku li navçeyê di bazneya metirsiya teqîna mînan de dimînin.

Heta niha MAGê ku di sala 2016an de hatiye damezrandin, zêdeyî 78 hezar mîn û paşmayên şer li bakurê rojhilatê Sûriyê pûç kirine û hişyarî daye zêdeyî 60 hezar kesan li ser metirsiya mînên vedayî û paşmayên şer li navçeyê.

Li gor raporeke Navenda Euro East-Uromitewesitî di navbera salên 2011-2021an de, 2 hezar û 637 sivîl ji ber teqîna mînên vedayî li Sûriyê canê xwe ji dest dane, di nav wan de 605 zarok û 277 jin hene.