Artêşa Rûsyayê mezintirîn santrala etomî ya Ewropayê kontrol kir

04-03-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Rûsya Santrala Atomî ya Zaporizhzhia
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Desthilatdarên Ukrayanyê ragihandin hêzên Rûsyayê dest bi ser santrala atomî ya Zaporijiya (Zaporizhzhia) girtine ku mezintirîn santrala etomî ya Ewropayê ye.

Ajansa Pişkîneriya Etomî ya Ukraynayê ragihandiye, santrala atomî ya Zaporijiya îro ji aliyê hêzên Artêşa Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin û tîmeke taybet çavdêriya santralê dike.

Ajanasê herwiha diyar kiriye, stafa santralê di karê xwe de berdewam in ji bo parastina silametiya santralê.

Ev yek di demekê de ye ku îro danê sibehê li nêzîk heman santrala etomî, şewat derketibû p piştî çend demjimêran ji aliyê tîmên agirvemirandinê yên Ukraynî ve hatibû kontrolkirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky têkildarî derketina şewatê li nêzîk santrala etomî ya Zaporijiya ragihand ku Moskow bi bombebarankirina wê santrala mezin a etomî, dest bi “terora etomî” kiriye û got, “Moskow dixwaze karesata Chernobylê dubare bike.”

Zelensky ji serkirdeyên cîhanê rica kir ku şiyar bibin û “rê li mirina (Ewropa) bi karesata atomî bigirin.”

Zelensky herwiha diyar kir, “ev yekem car e di dîroka me de, di dîroka mirovahiyê de, dewleteke terorîst, niha penahê dibe ber terorîzma etomî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst