Serokên Yekîtiya Ewropayê: Divê em zêdetir yekgirtî bin

Bruksel (Rûdaw) - Serokên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo gotûbêjkirina rewşa dawî ya ewlehiya Ewropa û pêwendiyên YEyê û Amerîkayê li hev civiyan.
Serokên welatên Ewropayê piştî gotinên Trump gihiştine wê baweriyê ku dive yekgirtî bin û ji her demê zêdetir yekgirtî bin.
Civîna serokan li Koşka Egmontê li Bruksela paytexta Belçîkayê pêk hat.
Rewşa ewlehiyê ya YEyê û cudahiyên wan ên bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û biryara Trump a zêdekirina xerciyên gumrikê xalên serekî yên civînê bûn.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dibêje, axaftinên Donald Trump dive ji bo Fransa û bi taybetî YEyê bibe hander da ku ew zêdetir yekgirtî bin.
Li gorî Macron divê di mijarên ewlehiya Ewropayê de ew çalaktir bin.
Serokê Encûmena YEyê Antonio Costa behsa sedema civînê kir û got:
“Ev ne cara yekem e ku em li hevdu dicivin û bi hûrgilî gotûbêjê li ser parastinê dikin lê gotûbêjên me ji sifirê dest pê nekirine.
Belkî ev gotûbêj dirêjahiya gotêbêjên me yên li Lutkeya Versayê yên sala 2022yan e.
Yekitiya Ewropayê biryar da bû ku bi berpirsiyariyeke zêdetir li ser meseleyên ewlehiyê û leşkerî kar bike.”
Macron: Divê em zêdetir hevgirtî bin
Serokkomarê Fransayê li dijî Trump e û diyar dike ku divê YEyê xwe biparêze û pişta xwe nede kesî.
Emmanuel Macron ragihand ku rêveberiya nû ya Amerîka ya bi Serokatiya Trump Ewropiyan han dide ku zêdetir yekgirtî û çalak bin.
Li gorî gotina Macron, Pirsgirêka Asayîşa Yekîtiya Ewropa bê Ewropiyan nabe.
Pêwîste ew pîşesaziya parastinê zêdetir bipêşda bibin, bingeha teknelojiya pîşesaziyê û hilberînê zêdetir bikin.
Macron eşkere kir ku dive di pirsgirêkan bazigranî û aboriyê de stratejiyeke hişmandane ji bo Ewropayê amade bikin.
“Greenland axa me ye”
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen jî ji ber gotinên Trump ên derbarê Gronlandê dilgiran e.
Mette Frederiksenê diyar kir ku Greenland axa Danîmarkayê ye û wiha domand:
“Greenland beşeke ji Şehînşahiya Danimarkayê, beşeke ji welatê me, Greenland ji bo firotînê nîne, Serokê Greenland gelekî zelal gotiye. Greenland ne ya firotînê ye.
Ez bi temamî bi Amerîkiyan re hevbîr im ku Cemsera Bakur her ku diçe ji aliyê parastin ewlehiyê û bersivdanê ve girîngtir dibe.
Eger em bikarin rêyekê ji bo gerentîkirina Greenland xwe bihêztir bike bibînin ew bixwe li wir in û pêwîste rê bi wan bê dayîn û destê wan vekirî be.
Ev hevdeme li gel wê yekê ku em li Danîmarkayê dixwazin xerciyên xwe yên leşkirî û parastinê wekî welatên din yên NATOyê zêdetir bikin."
Almanya ji niha ve ji ber zêdekirina bacên gumrikî yên Amerîkayê dinale. Hejmareke otomobîlên Almanyayê li Meksîkayê tên hilberandin.
Şêwirmendê Almanyayê Scholz dibêje eger bac li ser berhemên welatên YEyê bên zêdekirin dê bersiva YEyê jî bi heman awayî be.
Siyaseta gumrikê dê zererê hem bide Ewropa û Amerîkayê tevde”
Şêwirmendê Almaniyayê Olaf Scholz jî got:
“Amerîka û her wiha Ewropa jî qezencê ji hevguhertina kelûpelan ji pevguhertina xizmguzariyan dibînin.
Eger siyaseta gumrikê vê yekê zehmet bike wê demê dê hem ji bo Amerîkayê û her wiha ji bo Ewropayê xirab be.
Zelal e herêmeke abûrî ya bihêz dikare li gorî pêwîstiyên xwe nexşeyê xwe dayne.
Her wiha dikare karvedanê li hemberî siyaseta gumrikê jî bike.”
YEyê hevpeymana herî girîng a Amerîkayê ye lê îdareya Trump a bi awayekî neragihandî dudilî li cem serokên vê YEyê çêkiriye ku dibe di hin pirsgirêkên herêmî û cihanî de yekgirtî nebin.