Hêmin Ebdullah: Nakokiyên welatên NATOyê kûr in
Hewlêr (Rûdaw) – Şandarê Rûdawê ji bo Lûtkeya NATOyê Hêmin Ebdullah ragihand ku nakokiyên di navbera welatên endamên NATOyê de kûr in.
Hêmin Ebdullah derbarê nakokiyên di navbera endamên welatên NATOyê de ragihand ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron ku pêştir gotibû “NATO tûşî mirina mejî bûye”, îro hêj tundir bû û got: “Sibê dema Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg civiya û rexne li Macron û Fransayê kir, Macron li hemberî wê helwstê tund bû.”
Ebdullah da zanîn ku yek ji mijarên bûye sedema pirsgirêkên li nav welatên NATOyê, mijara Rojavayê Kurdistanê yê û wiha pê de çû: “Mijara Rojavayê Kurdistanê bi taybetî di navbera Fransa, Amerîka û Tirkiyê de bûye sedema pirsgirêkan. Lê ji bilî vê mijarê tiştên kûrtir jî hene. Ev çend sal e ku Fransa dixwaze hêzeke Ewropî were avakirin û ew hêz welatên Ewropayê biparêze.”
Tirkiyê ragihandiye, ku bi plana NATOyê ya ji bo navçeya Atlantîk û Polendayê razî nabe, eger ku NATO piştgirî li operasyona wî welatî ya li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) neke. Enqere herwiha daxwazeke giran li NATOyê heye û dixwaze NATO di daxuyaniyên xwe yên fermî de YPGê weke “rêxistineke terorîstî” nas bike.
Derbarê vê mijarê de jî Hêmin Ebdullah wiha axivî: “Tiştek gelek bi zhemet e ew daxwaza Tirkiyê were qebûlkirin. Weke tê zanîn duh Wezîrê Berevaniya Amerîkayê got ku ew piştgirî li wê yekê nakin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) weke rêxistineke terorîstî bê naskirin. Lê Erdogan dixwaze sibe lige welatên Atlantîk ku nêzîkî Rûsyayê ne bicive û daxwaza hevkariya bike.”
Li Londonê Lûtkeya NATOyê birêve diçe. Lûtkeya endamên NATOyê di demekê de tê lidarxistin, ku 70 sal di ser damezrandina wê hevpeymaniyê re derbas dibin.
Tevî mijarên girêdayî pêwendiyên welatên endamên NATO û Tirkiyê û weltên Ewropayê, mijarên girêdayî pirsa Sûriyê û Tirkiyê di serê acendayên civîna lûtkeya 4 alî de ne, ku li kêleka civînên NATOyê dê bê encamdan.