Rêveberê CIAyê: Min ji Qasim Silêmanî re name şand

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Ajansa Navendî ya Îstîxbarata Amerîkayê (CIA) Mike Pompeo dibêje: “Îran hemû derfetên xwe bikar tîne da ku li seranserê Rojhilata Navîn pêgeha xwe bihêz bike. Tenê hewlên çend hefte beriya niha ên li bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) jî vê yekê piştrast dike.” Pompeo herwiha eşkre kir, ku wî nameyek ji Fermandeyê Supaya Quds a Îranê Qasim Silêmanî re şandiye lê wî name nexwendiye.

 

Rêveberê Ajansa Navendî ya Îstîxbarata Amerîkayê (CIA) Mike Pompeo ragihand: “Mirov tenê hewldanên Îranê yên çend hefteyên borî li bakûrê Iraqê binêre, daxwaza pêşxistina bandora wan bi eşkere dixwiyê. Ji wan hewldanan jî baş tê fêmkirin ka Îran çawa dixwaze li Rojhilata Navîn hejmûna xwe jêde bike.”   

 

Mike Pompeo balkişande ser kar û çalakiyên Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdarên Îranê yên li Iraqê û diyar diyar kir; “Fermandeyekî wan behsa zêdebûna amadekariyên wan ên li Iraqê kiirbû. Wi gotibû, ku ew bi razîbûna hikûmeta Iraqê amade ne êrîş bikin ser hêzên Amerîkayê li wî welatî.”

 

Rêveberê CIAyê eşkere kir, ku wî nameyek ji Fermandeyê Supaya Quds a Îranê Qasim Silêmanî re şandiye, vê yekê di medya Îranê de deng vedaye lê medya Amerîkayê giringî nedaye vê nûçeyê.

 

Pompeo derbarê naveroka nameyê jî got: “Min di nameyê de ji wî re (Qasim Silêmanî) re got, ku ji hemû êrîşên ser berjwendiyên Amerîkayê li Iraqê, hêzên bin kontrola wî berpirs dibin. Me xwest em piştrast bin, ku serokatiya Îranê bi eşkre vê yekê fêm bikin.”

 

Beriya 2 rojan ji Fermandeyê Supaya Quds a Îranê Qasim Silêmanî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya isntigramê ragihand, ku dema ew li Elbû Kemalê bûye, Serokê CIAyê jê re nameyek şandiye lê wî name wernegirtiye û gotiye: “Bi ti awayî ti gotineke min li gel wan kesan nîne.”

 

(N.S)