Karvedanên axaftinên Trump li ser encamên hilbijartinê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî pêşbîniyan dibe ku encamên hilbijartinên vê carê yên Amerîka ji salên berê derengtir bêne ragihandin.

Çavdêr û pispor dibêjin, belavbûna bahora Coronayê û tirsa ji xwepêşandan û aloziyê wek sedem tên dîtin ku tê çaverêkirin şeva hilbijartinê yê serkeftî şahiyê neke.

Profesor Li Zanîngeha Loyola Justin Levitt dibêje, “Normên demokrasiyê wê yekê dixwazin hemû dengên rewa bên jimartin. Vêca eger du roj pê biçin bi taybetî di demekê de em di nav krîza Coronayê de ne ku mixabin heta niha li welat belav dibe û xelkê zêdetir neçar dike bi posteyê deng bidin ku di hilbijartinên din de wiha nebû, lê ev tiştekî asayî ye.”

Paşketina ragihandina encama hilbijartinê demeke ji aliyê Trump ve hatiye pêşbînîkirin, ji xeynî bahora Corona û hevrikiya germ a navbera Komarî û Demokratan, li Amerîkayê di sîstema dengdanê de, ew dengên dereng digihin, çend roj piştî hilbijartinê jî li ser jimartina wan berdewam dibin. Li Pennsylvania sê roj piştî hilbijartinê hejmarek deng tên cudakirin, Trump dibêje wî şerî ligel Dadgeha Bilind yekalî dike.

Profesor Li Zanîngeha Georgetown Joshua Geltzer diyar dike, “Ew gotinên me ji Trump bihîstine, ne yasayî ne. Ev zanyariyên nerast in. Ew gotegota ku eger şeva hilbijartinê me nikarî yê serkeftî diyar bikin, ji ber wêya şaşiyek çêbû yan wek serkeftî deynin ku li pêş e, ev ne kêşeyek e ku bikaribî li dadgehê di berjewendiya xwe de bibî eger hat û serokê her kîjan ji wan partiyên welatê me ew pirsgirêk derxist. Ev ne rast e. Ev ligel kevneşopiya me hev nagire. Ev ne ew e ku yasa dibêje.”

Armanca professor û çavdêrên hilbijartinê ew e ku ji xelkê Amerîkayê re bibêjin, paşketina ragihandina encama hilbijartinê nayê wateya hebûna sextekariyê yan her şaşiyeke kirêt. Di hilbijartina 2016an de Trump heta roja piştî hilbijartinê wek serkeftî nehat ragihandin. Tê gotin ku eger heye îsal derengtir jî bikeve, sedema herî serekî jî ew e ku îsal zêdeyî 60 milyona kesan bi posteyê deng dane, vegerandina poste jî bo odeya cudakirina dengan demeke zêdetir jê re divê.