Rûdaw sê xelatên navneteweyî yên W3 distîne

Tora Medyayî ya Rûdawê bi bidestxistina sê xelatên zîvîn ên W3 li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serkeftineke din di sala 2024an de tomar dike. Bernameya (Ligel Renc) du xelat wergirtin û belgefîlma (Salek Şer) jî xelatek bi dest xist.

Xelatên W3 ji sala 2006an ve tên belavkirin û Akademiya Hunerên Înteraktîv û Dîtbar AIVA a li New Yorkê wan bi rê ve dibe. Ev xelatên navneteweyî her sal ji bo karên herî baş di warên malper, vîdeo, bazarkirin, sepan, afirandina teknolojîk, podkast û reklaman de tên dayîn.

Îsal li kêleka Rûdawê, hin navên herî mezin ên cîhanê jî xelat wergirtin, wek Radyoya Kanada, Netflix, Yahoo, Malpera Geştyariyê ya Qeterê, Nickelodeon û Banka Amerîkayê.

Hin xelatgirên salên berê jî ev bûn: NASA, Apple, Google, Disney, Amazon, New York Times, CNN û Microsoft.

Rêvebera Cîbicîkar a AIVAyê Lauren Angeloniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Ev ji bo Rûdawê destkefteke mezin e. Ez gelekî kêfxweş im ku dikarim Rûdawê wekî beşekê ji pêla nû ya afirandina di dîjîtalê de bidim nasîn."

Li ser vê serkeftina cîhanî ya nû ya Rûdawê, Birêveberê Pêwendiyên Giştî yên Tora Medyayî ya Rûdawê Elî Caf got:

"Gihandina dengê xelkê û rastiyan her tim destkeftan li dû xwe tîne. Bernameya (Ligel Renc) û belgefîlma (Salek Şer) li Ukraynayê mînakên hewldanên xurt ên Rûdawê ne ji bo gihandina deng û nîşandana jiyan û êşên xelkê."

Belgefîlma (Salek Şer) di meha Sibatê ya sala 2023yan de, ji hêla nûçegihana bişiyan Dilniya Rehman û kameramanê wêrek Ehmed Omer ve li bajarên Baxmût û Xêrsonê yên Ukraynayê hatiye girtin û Birwa Omer montaja wê kiriye. Ev belgefîlm dabaşa jiyana xelkê di rewşa şer de dike.

Programa (Ligel Renc li Nûgre Selmanê), 16ê Gulana 2024an ji aliyê pêşkêşkarê bişiyan û navdar ê Kurdistan û Rûdawê Renc Sengawî ve hat pêşkêşkirin.

Renc Sengawî bi hejmarek nivîskar, hunermend, zanayên Kurdistanê û dehan xizmên qurbaniyên Enfalê ji bajarên Herêma Kurdistanê çûn Nûgre Selmana li biyabana Ererê ya Parêzgeha Semawe ya Îraqê.

Piştî zêdetirî 15 saetan, gihîştin Nûgre Selmana ku di dema operasyonên Enfalê de, bi deh hezaran jin, mêr, kal û zarok lê hatibûn girtin û paşê bi saxîtî hatibûn bianxkirin. Operasyonên Enfalê ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ve wekî “jenosîd”ê hatine naskirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê dê karê xwe yê profesyonel ji bo xelkê û bi xelkê re li Kurdistan û tevahiya cîhanê berdewam bike.

Tora Medyayî ya Rûdawê

3yê Çiriya Pêşîn a 2024an