Êrişî plaj û otelekê hat kirin: 32 kuştî û 63 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li Mogadîşuya paytexta Somaliyê rêxistina Eş-Şebabê êrişa çekdarî û bibombe bir ser plaj û otelekê û 32 kes hatin kuştin û 63 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Polîsên Somaliyê çekdarên Eş-Şebabê êrişî Plaja Lidoyê û Otêla Beach Vîewê ya li Mogadîşuyê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşkarekî xwekujiyê li plaja ku lê gelekî sivîl hebûn xwe teqandiye û çend êrişkar jî ketine otêlê û hawirdor gulebaran kirine.
Li gorî daxuyaniyê di êrişê de 32 kes hatin kuştin û 63 kes jî birîndar bûn.
Di navbera êzên ewlehiyê û êrişkaran de şer heta sibê berdewam kiriye.
Hat ragihandin ku êriş bû sedema kaoseke mezin û hat diyarkirin ku gelek birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Li gorî dîmenên li ser medyaya civakî li plaj û otêlê gelek kuştî û birîndar hene.
Berpirsên ji bo bexşandina xwînê bang kir.
Hat ragihandin ku Eş-Şebabê berpirsyariya êrişê hildaye ser xwe.