Encûmena Leşkerî ya Sûdanê û Opozisyonê li ser danezana destûrê lihev kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Sûdanê û partiyên serekî yên opozisyona Sûdanê li ser danezana destûra welatê xwe gehiştin rêkeftinê.

 

Rêkeftin ji aliyê Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Efrîqayê ve sere sibeha roja Şemiyê hat ragihandin ku di danûstandinan de rola navbênkariyê dibîne, lê heta niha ti hûrgiliyên rêkeftinê nehatine eşkerekirin.


Nûnerê Taybet ê Efrîqayê Bo Sûdanê Mihemed Lebat dibêje: “Tevgera Guhertin û Azadiyê ya Opozisyona Sûdan û Encûmena Demkî ya Leşkerî bo gotûbêjkirina karên xwe yên derbarê reşnivîsa danezana destûrê de şeva borî di gotûbêjê de bûn, loma kêfxweş im ku bi navê navbênkarê Yekîtiya Efrîqayê û herwiha herdu aliyên danûstandinan ji Sûdanî, Efrîqî û civata navdewletî re rabighînim ku herdu alî li ser reşnivîsê gehiştine rêkeftinê.”


Ev rêkeftin di demekê de ye ku Encûmena Leşkerî û herwiha Tevgera Guhertin û Azadiyê ku nûnertiya xwepêşanderan dike, meha derbasbûyî li ser parvekirina desthilatê li Sûdanê rêkeftineke din îmze kirine. Li gor axaftina endamekî şanda danûstandinê ya opozisyonê jî di vê gera gotûbêjên ligel Encûmena Leşkerî de li ser piraniya mijaran jihevfamkirin û nêzîkbûnek heye bo pêkanîna Encûmena Sivîl li Sûdanê di demeke nêzîk de.


Yek Ji Serkirdeyên Tevgera Guhertin û Azadiyê Dr. Îbrahîm Emîn jî got: “Niha gotûbêjeke berfireh li ser çend pirs û herwiha dokumentekê heye, em gehiştine hevnerînekê li ser piraniya tiştan û spas bo Xwedê derbarê gotûbêjan de nûçeyên xweş dibihîzin, bi awayekî gavan diavêjin ku hikûmeteke sivîl di çend rojên pêş de pêkbînin, bi piştîvaniya Xwedê.”


Li gor Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê, rêkeftin temam bûye û tenê maye di merasîmeke fermî de were îmzekirin û bo cîbicîkirina rêkeftinê di pratîkê de gav bên avêtin. Hevdem li gor zanyariyên berdest, Encûmena Leşkerî û Opozisyona wî welatî li ser pêkanîna encûmeneke birêvebirinê gehiştine rêkeftinê ku şeş endamên wê sivîl û pênc general bin û temenê encûmenê jî 39 meh dibe, di 21 mehên yekem de general encûmenê birêve dibin û 18 mehên din jî endamên opozisyonê.