Tevî alozî û gefên bi mehan, hin welatî û siyasetmedaran bawer nedikirin ku gotin bibe kiryar, lê 100 roj berê Rûsyayê gotin xist nava tevgerê û êrîşî Ukraynayê kir.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ev cara yekem bû ku gelek kes li Ewropayê koçber bûn. Zêdetirî 14 mîlyon mirov koçber bûne. Nêzîkî heft mîlyon Ukraynayî jî welatê xwe terikandine û wek penaber li welatên din dijîn.
Di Kanûna 2022-an de, ji hemwelatiyên li Kîev û bajarên din ên Ukraynayê heya leşkerên li ser sînor, hindik kes li hêviya şer bûn, lê hin kes jî hebûn ku digotin: "Divê em her tiştî ji Rûsyayê hêvî bikin."
Bajarên ku ji hêla Rûsyayê ve hatine girtin û niştecihên wan reviyan her yek çîrokek cûda ya ku ew çawa xilas bûne vedigirin. Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji sê parên duyê zarokên Ukraynayê ji ber şer koçber bûne. Zêdetirî 260 zarok hatin kuştin û 400 jî birîndar bûn.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin li bendê bû ku "Operasyona Taybet a Rûsyayê" di nava çend rojan de bajarên mezin ên Ukraynayê bigire, lê ev yek pêk nehat. Rûsyayê destpêkê hewl da ku paytext Kîevê bigire, lê piştî ku bi ser neket, leşkerên Rûsyayê ber bi Xarkîvê ve çûn.
Tevî berevaniya xurt a Ukraynayê, şer ketiye qonaxeke nû û bi xwîn, bi taybetî li rojhilatê welêt. Li herêmên ku her tim şer lê heye, welatî ji ber kêmbûna erzaq, av û ceyranê mexdûr dibin. Jiyana di jêrzemînan de jî bûye jiyana hin welatiyên Ukraynayê ku xwe ji bombebarana Rûsyayê biparêzin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di 100emîn roja êrîşa Rûsyayê de di vîdyoyekê de got: "Em li Ukraynayê ne, leşkerên me Ukraynî ne û ya herî girîng jî gelê me li Ukraynayêye."
Wêne: AA