Li Brîtanyayê 4 rojan bo Şahjin aheng tên lidarxistin

03-06-2022
RÛDAW
Îsal 70mîn salvegera rûniştina Şahin Elîzabeth a Duyem li ser texê şahjiniya Brîtanyayê ye.
Îsal 70mîn salvegera rûniştina Şahin Elîzabeth a Duyem li ser texê şahjiniya Brîtanyayê ye.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hemû bajar û navçeyên Brîtanyayê welatî berê xwe didin Londona paytext daku li pêşiya Koşka Buckingham a şahane beşdarî merasimên Yobîla Platinum a Şahjina Brîtanyayê Elîzabeth a Duyem bibin.

Tenê roja Pêncşembê nêzîkî 22 hezar kesan beşdarî di çalakiyên taybet bi merasimê de kirine.

Jacqueline Banks, welatiya ji Lincolnê dibêje: “Me demeke xweş derbas kir ji ber keşûhewa ya xweş. Em westiyabûn jî lê em bi şevê pêde hişyar bûn.”

Firokeyên ser bi Hêzên Şahane yên Esmanî li esman hejmara 70 çê dikin ku nîşana 70 saliya şahjîniya Elizabeth a Duyem e ku niha temenê wê 96 sal in.

Şahjin Elizabetha Duyem jî tevî malbata xwe ya şahane li Koşka Buckingham beşdarî merasiman dibe.

Serowkezîrê Brîtanyayê jî wek hemû welatiyên din ên Brîtanyayê di nava xelkê de rûniştiye û beşdar bûye.

Ji bilî Brîtanya xelk ji welatên din jî hatine vir daku beşdarî van rêşresman bibin.

Gabriella Garcia, welatiya ji Berazîlê dibêje, “Bi nerîna min ev demeke girîng di dîrokê de ye. Eger tu ji Brîtanya yan ji her cihekî din ê cîhanê bî, lê ev demeke dîrokî ye. Ez nizanim careke din kengî em dê tiştekî wiha bibînin.”

Her sal li Brîtanyayê bi helkefta rûniştina Elizabeth a Duyem li ser textê şahjiniya wî welatî aheng tên lidarxistin. Lê ew du sal bûn bi sedema koronayê ew çalakî hatibûn rawestandin.

Îsal ji 2 heta 5ê Hezîranê bi helkefta Yobîla Platinum a Şahjin Elizabeth, li seranserî Brîtanyayê bêhnvedana fermî ye û li her derê aheng tên sazkirin.

Sala 2002an Yobîla Zêrîn a Şahjina Brîtanyayê hatibû pîrozkirin û di sala 2012an de bi helkefta derbasbûna 60mîn salvegera şahjiniya wê, Yobîla wê yê Elmas hatibû pîrozkirin.

Di merasimê de 1500 serbazan hejmarek çalakiyên serbazî encam dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst