LONDON - Nûnerê Rêveberiya Xweser bi wezîrên Brîtanyayê re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser bi wezîrên Brîtanyayê re civiya / Wêne: Îdrîs Okuducî, Rûdaw

London (Rûdaw) - Nûnerê Rêveberiya Xweser li Londonê bi du wezîrên Brîtanyayê û gelek parlamenteran re civiyan.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Brîtanyayê Dr. Mihemed Mistefa û şandeya pê re bi Wezîra Veguhastinê yê Brîtanyayê Heidi Alexander û Wezîrê Bazirganiya Navneteweyî yê Brîtanyayê Nick Thomas Symonds re civiyan.

Du wezîrên Brîtanyayê û parlamenterên bi navê Noah Law, Anna Gelderd, Perron Moon, Jayne Kirkham û David Taylor beşdarî şîva ku Kurds for Labourê amade kiribû bûn.

Mihemed Mistefa û şandeya pê re di çarçoveya bihêzkirina pêwendiyên dîplomatîk de li gel rayaderên payebilindên Brîtanî rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guftûgo kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Brîtanyayê Wes Streeting jî bi komeke bijîşkên ji Rojavayê Kurdistanê re civiyabû.