Zaxarova: Dixwazin hevdîtinên Cenevê têk bibin

Navenda Nûçeyan – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, hin alî bi dehfdan û destwerdanê nehêlin ku komên dijbereya Sûriyê beşdarî di hevdîtinên Cenevê de bikin û ew hevdîtin neyên encamdan.

 

Îro Înê Berdevka Wezareta Dervaya Rûsyayê Mariya Zaxarovna di konfransa rojnamevanî ya heftana de ragihand, hinek komên dijbereya Sûriyê hewl didin ku hevdîtinên Cenevê dereng bixin ya jî nehê encamdan.

 

Mariya Zaxarova got: “Di vê demê de ev pir girîng e ji bo hevhatinê. Ev dem dema agirbestê ye, dema encamên hevdîtinên Astanayê ye. Lê Mixabin li ber çavên me , em xapandinekê dibînin, di bin guvaşa hinek lîstikvanan de, gelek hêzên dijbereya Sûriyê rêya xwe diguherin ji bo ku hevdîtinên Cenevê dereng bixin ya jî nehê encamdan”.

 

Mariya Zaxarovna diyar kir: “Hinek kes hene dixwazin bi tevahî hevdîtinên Cenevê têk bibin û neyê encamdan û ji bo vê jî em hemû hewlekê didin, ji bo ku rê li vê yekê bigirin, da ku ev pêvajo sernekeve”.

 

Biryar e, roja 6ê Sibatê, here sê dewletên Rûsya, Îran û Tirkiye bo çavdêrîkirina agirbesta li Sûriyê li Astanayê bicivin.

 

Roja 23 û 24ê Çileya 2017ê jî, bi beşdariya şandên her du aliyên hikûmeta Sûriyê û çend komên çekdar ên dijbereya Sûriyê û herwiha her sê welatên Rûsya, Tirkiye û Îranê, civîna yekem a Astanayê birêve çûbû.