Mike Pompeo: Iraqî ji ber kuştina Qasim Sulêymanî semayê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Di yekem berteka piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand: “Iraqî bi kuştina Qasim Sulêymanî kêfxweşin û derketine cadeyan û ji bo azadiyê semayê dikin.”
Mike Pompeo li ser twîttera xwe vîdeoyek jî belav kiriye ku têde tê xuyakirin, ku hejmarek kes li Bexdayê derketine cadeyan û aleke mezin a Iraqê bilind kirine.
Di vîdeoyê de kesek diaxive û dibêje: “Niha demjimêr 04:30 sibehî ye, xelk hatine derê û bi kuştina Qasim Sulêymanî kêfxweşin.”
Pompeo herwiha nivîsiye: “Iraqî, Iraqî, semayê dikin ji bo azadiyê, spasdarin ku êdî Qasim Sulêymanî nemaye.”
Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis sibehiya îro Înê 3 Çileya 2020 li Bexdayê hatin kuştin.
Pentagonê di daxuyaniyekê de têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî da xuyakirin, General Sulêymanî li ser fermana Donald Trump hat kuştin.
Supaya Pasdaran jî di daxuyaniyeke kurt de ragihandiye:“Generalê serbilindê îslamê hecî Qasim Sulêymanî piştî temeneke dûr û dirêj ji cîhadê, îro sibehê di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de şehîd bû.”