Almanya: Êrişên li dijî Cihûyan zêde bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên bajarê Leipzigê bi hinceta ku amadekariya êrişeke terorîstî ya li dijî Cihûyan dike zarokekî 15 salî desteser kir.

Polîsan herwiha ciwanekî din ê 16 salî li herêma Brandenburga rojhilatê Almanyayê desteser kir.

Ajansa îstixbaratî ya Almanyayê hişyarî da ku welat rûbirûyê metirsiya cidî ya êrişên komên tundrew e û diyar kir ku şerê Xezeyê bandor li rewşa ewlehiyê ya Almanyayê kiriye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Bakurê Reinê Herbert Reil got:

“Doh êvarê me li Borscheidê zarokekî 15 salî bi hinceta plankirin û hewldana êrişa terorîstî desteser kir. Gumanbar plana êruşê di nameyekê de gotiye.”

Wê bûyerê polîsên Almanyayê nîgeran kiriye û hişyarî da ku metirsî rasteqîn e û amadekariyên êrişên terorîstî zêde bûne.

Ji destpêka şerê Xezeyê heta niha li Almanyayê nêzîkî 1000 bûyerên dijî Cihûyan hatine tomarkirin.

"Çend cihên êrişê jî diyar kiribûn"

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Bakurê Reinê Herbert Reil herwiha anî ziman:

“Çend plan hebûn ku çawa û li ku êriş bikin û çend cihên êrişê jî diyar kiribûn lê di dawiyê de di sohbeta komê de girtine ku êrişî bazareke kelûpelên Sersalê bikin.”

Polîsê Almanyayê dibêje Cihû ji 7ê Çiriya Pêşînê ve nikarin bi awayekî normal li Almanyayê bijîn û gelek ji wan di nav tirsê de ne.