Angelina Jolie: Serokên cîhanê dibin şirîkên van sûcan

Hewlêr (Rûdaw) - Angelina Jolieyê li ser êrişên Îsraîlê got, “Serokên cîhanê jî dibin şirîkên van sûcan.”

Artêşa Îsraîlê, Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê ya li bakurê Xezeyê di nava 24 saetan de 2 caran bombebaran kir.

Di encama van êrişan de bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Lîstikvana Amerîkayî û Qasida berê ya Niyeta Başa Neteweyên Yekbûyî (NY) Angelina Jolieyê bertek nîşanî van êrişên Îsraîlê da.

Angelina Jolieyê li ser hesabê xwe yê Instagramê dîmenên kampa penaberan ên piştî êrişê parve kirin û banga “agirbestê” kir.

Hunermenda navdar di parvekirina xwe de got, ev êriş bi zanebûn tên kirin û ew mirov tên armanckirin ku cihekî wan ê çûyînê nîne.

“Filistînî bi giştî tên cezakirin”

Angelina Jolieyê di berdewamiya peyama xwe bal kişand ser rewşa Xezeyê û got:

"Cîhan li qewimînan temaşe dike û bi piştgiriya gelek dewletan bi milyonan sivîlên Filistînî bi awayekî li derveyî hiqûqa navneteweyî ji xorak, derman û alîkariyên mirovî tên mehrûmkirin û bi giştî tên cezakirin.

Serokên cîhanê bi redkirina xwesteka agirbesta mirovî û bi astengkirina agirbestê dibin şirîkên van sûcan.”

Lîstikvana Amerîkayî herwiha amaje pê kir ku serokên cîhanê bi destên Konseya Ewlekariya NYyê li ber agirbestê dibin asteng.