Bulgaristanê hêz şande ser sînorê Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Bulgaristanê ragihand ku li dijî zêdebûna pêla koçberan ber bi sînorê wê yê bi Tirkiyê re, 350 leşker ji bo piştgiriya polîsan şandine ser sînor.

Li gor nûçeya ajansa AFP, Wezîrê Berevaniyê yê Bulgaristanê Georgî Panayotov roja Duşemê ji kanala bTV a taybet re got: “Ji îro pê ve, me ji bo alîkariya polîsan leşker şandine li ser sînorê Bulgaristan-Tirkiyê.”

Hat ragihandin ku ligel wan 350 leşkeran, 40 wesayitên leşkerî jî şandine ser sînor.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Bulgaristanê, îsal heta niha 6 hezar û 500 kes bi awayekî neqanûnî sînorê wî welatê derbas kirine û hatine nav axa Bulgaristanê.

Wezaretê diyar kiriye, ew rêje sê qat ji neh mehên sala 2020-an zêdetir e.

Bulgaristan ji bo koçberên ku dixwazin ji Rojhilata Navîn û Efxanistanê derbasî Yekîtiya Ewropayê bibin, di rewşek krîtîk de ye.

Bulgaristan li rojhilatê Yekîtiya Ewropayê ye û bi Tirkiyê re sînorê hevbeş heye û 259 kîlometr ji wê sînorê hevbeş hatiye têlbendkirin.

Di Tebaxa îsal de bi biyareke Parlamentoya Bulgaristanê, di navbera 400-700 leşker bo ser sînorê Yunanistan-Tirkiyê hatibûn şandin, daku sînorê bi Tirkiyê re têlbend bikin.

Bulgaristan, endama herî xizan a Yekîtiya Ewropayê ye, heta niha qet hejmareke zêde ya koçberan qebûl nekiriye.