David Phillips: Bi destjêberdana ji Kurdan navê Amerîkayê lekedar bû

Waşington (Rûdaw) – Malpera Huffington Post a Amerîkî mijarek belav kiriye û têde amaje bi wê yekê hatiye kirin ku êrişa Hikûmeta Iraqê bi ser Kerkûkê de ji aliyê Îranê ve hatiye kirin û bi hemahengiya li gel Artêşa Pasdaran a Îranê bûye. Herwiha hatiye diyarkirin, ku bi destjêberdana ji Kurdan, nav û dengê Amerîkayê lekedar bûye.

 

Malpera Huffington Post a Amerîkî nivîsek weşandiye ji aliyê David Phillips ve ku şêwirmendê bilind û pisporê karûbarên derve yê li Wezareta Derve ya serdemên îdareya Clinton, Bush û Obama bûye. Di nivîsê de hatiye diyarkirin, ku Iraq welatekî lawaz e û ji aliyê alîkariya asayiş û dîplomasî û aborî ve pişta xwe bi Îranê re girêdaye. Tenê çend roj piştî êrişa Kerkûkê jî, Serokwezîrê Iraqê serdana Îranê kir û Ayetullah Xaminêyî ji Ebadî re ragihand, ku nabe baweriya wan bi Amerîkayê hebe û hewldana Îranê kêmkirina rola Waşington e li herêmê.

 

David Phillips diyar kiriye, ku Xaminêyî referanduma serxwebûnê ya hevpeymanê Amerîkayê li Kurdistana Iraqê weke "fitne" bi nav kiriye. Tirsa Îranê ew e ku Kurdistaneke serbixwe aramiya Îranê têk bide. Dibe ku Kurdistaneke serbixwe bibe teşwîqek ji bo 12 milyon Kurdên Îranê jî û daxwaza desthilata xwerêvebirina zêdetir bikin.

 

Di nivîsê de hatiye gotin, ku rêgirtina li serxwebûna Kurdistana Iraqê armanca Îranê ye, ji bo ku guvaşa bi ser Îsraîlê de pêşve bibe. Bû demeke dirêj e Îran dixwaze rêrewekê veke ji bo gihandina çekan ji Hizbullaha Lubnanî re. Hizbullah jî çek dide Hemas û ew jî mûşekan diavêje Îsraîlê. Operasyona Kerkûkê pêkanîna hîlala şîe ya ji Tehranê ber bi Bexda, Şam û Beyrûtê bire qonaxeke pêştir.

 

David Phillips amaje bi wê yekê kir, ku bi ketina Kerkûkê û kontrolkirina wê ya ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê û çekdarên şîeyan ku ji aliyê Îranê piştgirî werdigrin, herêm tûşî şok kir. Jidestdana Kerkûkê bi awayekî rasterast bandor li ser Kurdan dike û xewna wan a serxwebûnê paşdixe.

 

Herwiha di nivîsê de hatiye aşkerekirin, ku bi destjêberdana ji Kurdan û bi çavgirtina li hember destwerdana Îranê, nav û dengê Amerîkayê lekedar bû.Tenê armanca Amerîkayê ku têkşikandina DAIŞ e, bandorek li ser berjewendiyên stratejîk ên berfireh êns Amerîkayê hebû.