Namzedên alîkarê serokê Amerîkayê çi peyam dan?

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedên alîkarê serokê Amerîkayê, Parêzgarê Minnesotayê Tim Walz û Senatorê Ohioyê JD Vance cara yekem di weşana zindî de derketin pêşberî hev.

Namzeda Demokratan Kamala Harris û namzedê Komarparêzan Donald Trump 9ê Îlonê di gengeşeyeke televîzyonê de hatibûn pêşberî hev.

Li Amerîkayê dê hilbijartinên serokatiyê 5ê Çiriya Paşîna 2024an werin kirin.

Kamala Harrisê, Tim Walz û Donald Trump jî JD Vance ji xwe re wekî namzedên alîkarê serokatiyê destnîşan kiribûn.

Tim Walzê Demokratan û hevrikê wî yê Komarparêzan JD Vance li New Yorkê di weşana zindî ya CBS Newsê de bersiv dan pirsan.

Di bernameya weşana zindî de Tim Walz û JD Vance li ser gelek mijarên sereke, ji siyaseta derve bigire heta siyaseta navxweyî, ji zêdebûna tansiyona li Rojhilata Navîn heya aborî û koçberiyê axivîn.

Her du namzedan di destpêka bernameya 90 deqîqeyî de bi destê hev girtin û di dirêjahiya bernameyê de bêyî ku bikevin nav nîqaşên tund, nêrînên xwe yên dijber anîn ziman.

Di bernameya ku bi rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û êrîşa dawî ya Îranê ya li Îsraîlê dest pê kir de, gelek mijarên sereke yên wekî rewşa dawî ya bahoza Helene, pirsgirêka koçberên qaçax, nîqaşên jiberbirinê (kurtaj), rewşa aborî û enflasyon, çek, nîqaşên demokrasiyê û guhertina keşûhewayê hatin gotûbêj kirin.

Rageşiya Îran û Îsraîlê û helwesta namzedan

Di destpêka bernameyê de li ser kê ji zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn berpirsyar e hate nîqaşkirin.

Her du namzedan hev bi bihêzkirina Îranê tohmetbar kir.

Tim Walz amaje bi êrişên Hemasê yên 7ê Çiriya Pêşînê kir û bal kişand ser piştgiriya xwe ya tam a ji bo Îsraîlê.

Her wiha Walz got ku divê hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn bidome û rêveberiya Biden-Harris ji bo ewlehiya Îsraîlê her tiştî dike.

Namzedê Demokratan Walz got, "Ji bo Îsraîlê pir girîng e ku karibe xwe biparêze û divê dîl  (bi agirbesta li Xezeyê) vegerin malên krîza mirovî ya li Xezeyê bi dawî bibe.

"Polîtikaya Trump a derve pir xeter e"

Walz diyar kir ku Donald Trump di mijarên siyaseta derve de "pir xeter e" û vekişîna Trump a ji peymana nukleerî ya bi Îranê re hişt ku Îran xwe bêtir nêzî çeka nukleerî bike.

"Rêveberiya Biden-Harris bi dayîna bi milyaran dolaran Tehran bihêz kir"

Li ser gotinên Walz, Vance îdia kir ku rêveberiya Demokratan Biden-Harris bi dayîna bi milyaran dolaran ji bo Îranê Tehran bihêz kiriye û berpirsa sereke ya kaosa îro jî ev rêveberî ye.

Namzedê Komarparêzan Vance diyar kir ku Trump bi derketina ji peymana nukleerê cîhan ewletir kiriye.

Vance got, "Îrana ku ev êriş pêk anî, bi saya rêveberiya Kamala Harrisê 100 milyar dolar wergirt û mal û milkên wê (Îranê) yên cemidandî hatin berdan.

Baş ê wê bi van pereyan çi kir? Çek kirîn û niha jî êrişî hevalbendên me dike.”

"Divê em piştgiriyê bidin hevalbendên xwe"

Li ser pirsa ka gelo ew bi awayekî erênî lê dinirên ku Îsraîl li herêmê êrişên pêşîlêgirtinê pêk bîne yan na Vance wiha bersiv da:

"Ev biryarek e ku divê Îsraîl bersivê bide. Divê ew welatê xwe di ewlehiyê de bigirin.

Dema ku ew li dijî mirovên xerab şer dikin, divê em piştgiriyê bidin hevalbendên xwe."

Walz bertek nîşanî tohmetên Vance da û diyar ku Trump li hemberî hin êrişên Îranê yên li ser leşkerên Amerîkî tiştek nekir.

Her wiha Walz got, " Îran ji ber serkirdayetiya sût a Donald Trump ji berê zêdetir nêzîkî çeka atomî ye.

Dema ku Îranê balafireke Amerîkî li qada asmanî ya navneteweyî xist, Donald Trump tweet avêt ji ber ku dîplomasiya wî ya standard ew bû.

Ewlehiya sînor û aborî

Di beşa ku her du namzedan hevdû ji ewlehiya sînor tawanbar dikirin, Walz, Trump tawanbar kir ku pêşnûmeya têkildar a ku dê ewlehiya sînor zêde bike asteng kiriye.

Li aliyê din, Vance jî destnîşan kir ku di serdema rêveberiya Demokratan Biden-Harris de hejmara koçberên qaçax ku derbasî welêt bûne rekor şikandiye û di nav van kesan de hejmareke gelekî cidî sûcdar hene.

Vance diyar dike ku di serdema serokatiya Trump de xeteke aboriyê ya pir baş hat bidestxistin.

Vance got ku Demokratan bi awayekî cidî ev aboriyê xera kiriye û bi enflasyona van çend salên dawî re jiyana Amerîkiyan dijwar bûye.

Walz tekez kir ku ew di heman demê de kesekî ji çîna navîn e û diyar kir ku plana aboriyê ya Harris hêmanên ku dê çîna navîn dîsa xurt bike radixe ber çavan û destnîşan kir ku wan planek bihêz amade kiriye ku dê di şert û mercên erzantir de karibin bibin xwedî mal.

Vance: Gotina min a Trump Hîtlerê Amerîkayê yê xelet bû

Tim Walz gotibû ku ew di dema xwepêşandanên Meydana Tiananmenê de ew li Hong Kongê bûye.

Pêşkêşkar jî bi bîr xist ku heta tebaxa wê salê Walz Asyayê ziyaret nekiriye.

Walz jî vê yekê qebûl kir û wiha got, "Tiştî ku ji destê min tê ez ya herî baş dikim lê ez ne mukemel im. Car caran ez bêaqil dibim."

Li aliyê din Vance berê ji bo Trump gotibû ew wekî "Hîtlerê Amerîkayê ye." û "ji bo posta herî bilind a welêt ne guncaw e."

Li ser pirsa derbarê vê mijarê Vance wiha anî ziman, " Ez xeletiya xwe qebûl dikim.

Min ji hin raporên medyayê bawer kir. Lê ya herî girîng, Donald Trump ji gelê Amerîkî re xizmet kir."