Biden li ser hewlên Netanyahu axivî: 'Bi têra xwe hewl nade'

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo peymana agirbestê ya li Xezeyê "bi têra xwe hewl nade".

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî bi ekîba xwe ya ewlehiya neteweyî re li ser rewşa dawî ya li Xezeyê û peymana agirbestê ya muhtemel ya ku dê girtiyan bide berdan axiv.

Biden beriya ku beşdarî civînê bibe, pirsa rojnamegerekî bersivand.

Bîden pirsa "Birêz Serok, gelo dem nehatiye ku Serokwezîr Netanyahu derbarê peymanê de zêdetir bixebite? Li gor we Netanyahu têra xwe hewl dide?" wiha bersivand "Na".

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di pevçûnên li Xezeyê de termê 6 dîlên Îsraîlî hatine dîtin.

Platforma ku ji aliyê malbatên dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê girtî ne ve hatiye avakirin ji kuştina girtiyan Netanyahu berpirs dîtibû.

Netanyahu gotibû hikûmet bi biryar e ku ji bo berdana dîlên mayî bigihêje peymanekê û îdia kiribû ku berpirsê lihevnekirinê Hemas e.