Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê gihîşt Taywanê û Çîn jî gef dixwe

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi derket gera çar rojî ya Asyayê. Pelosî her wiha serdana Taywanê ya ku bi Çînê re di nav nakokiyê de ye jî kir. Balafira ku Pelosi tê de bû gihîşt Firokxaneya Taipei ya Taywanê. Serdan di demekê de ku bi Çînê re alozî berdewam e pêk tê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê, serdana Pelosî ya ji bo Taywanê weke "provokasyon" bi nav kir û got "Ev bi ti awayî ne karekî nefermî ye".

Serokê Çînê Xi Jinping di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Amerîkî Joe Biden peyam da ku destwerdana derve li Taywanê nayê qebûlkirin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Çînê de hatin weşandin, Xi diyar kir ku Çîn dê li dijî tevgerên ji bo serxwebûna Taywanê û her cure destwerdana derve derkeve.

Xi got, "Hikûmet û gelê Çînê helwesta xwe ya li ser Taywanê li hev dike; parastina serweriya neteweyî û yekparebûna axê îradeya hevpar a zêdeyî 1,4 milyar Çînî ye. Îradeya gel nayê binpêkirin. Yên ku bi agir dîlîze, dê xwe bişewitîne."

Serokomarê Çînê ji Amerîkayê xwest ku pabendî prensîba " Yek Çîn" û sozên xwe yên di sê daxuyaniyên hevbeş de bin, ku bingehên peywendiyên dîplomatîk ên Amerîka û Çînê ne, hem bi gotin û hem jî bi kiryarê xwe.

Peywendiya Biden û Xi di demekê de hat kirin ku ji ber nûçeyên ku dê Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi serdana Taywanê bike, ku bi Çînê re di nav nakokiya serweriyê de ye, rageşî zêde bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Çînê roja borî di daxuyaniya xwe de hişyarî dabû ku ger serdana Pelosî pêk were, ew dikarin bersiva leşkerî bidin û got, "Eger Pelosî serdana Taywanê bike, artêşa Çînê dê bê deng nemîne."