Nizar Mûsa: Serdana Nêçîrvan Barzanî dê pêwendiyên Kurdan û Awisturyayê bi hêz bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Kurdî ya Viyanayê Nizar Mûsa got, “Serdana Nêçîrvan Barzanî dê pêwendiyên Kurdan û Awisturyayê bi hêz bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinên fermî do çû Awisturyayê.

Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinan bike.

Serokê Navenda Kurdî ya Viyanayê Nizar Mûsa ziyareta Nêçîrvan Barzanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nirxand.

Nizar Mûsa bi bîr anî ku berê li Parlamentoya Awisturyayê parlamenterên Kurd hene û dê di hilbijartinên çiriya pêşîn de jî namzedên Kurd hebin.

“Ev serdan gelekî girîng e”

Serokê Navenda Kurdî ya Viyanayê Nizar Mûsa li ser girîngiya ziyareta Nêçîrvan Barzanî wiha axivî:

“Ev serdan gelekî girîng e çimkî dê pêwendiya Kurdan û doza Kurdan a bi Awisturyayê re bihêztir bibe.”

Li gorî amarên Navenda Kurdî ya Viyanayê, li Awisturyayê herî kêm 100 hezar Kurdên ji hemû aliyên Kurdistanê dijîn.

“Paşeroja Kurdan li Awisturyayê gelekî baş e”

Nizar Mûsa li ser rola û paşeroja Kurdên li Awisturyayê got:

“Awisturya yek ji wan welatan e ku paşeroja Kurdan li wan gelekî baş e.

Du Kurd li vê derê bûne parlamenter û Kurdekî din jî di hilbijartinên çiriya pêşîn de namzed e.

Li Awisturyayê navend û kulûbên werzişê yên Kurdan hene.

Kurdvîn û Rojava du kulûbên werzişê ne. Kurdvîn gihiştiye asta kulûbên Awisturyayê.”