Sekreterê NATOyê: Deriyê NATOyê ji bo Ukraynayê vekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên derve yên welatên endamên NATOyê li Oslo ya paytexta Norvejê civiyan û mijara endambûna Ukrayna gotûbêj kirin. Sekreterê Giştî yê NATOyê dibêje, hemû hevpeyman ji bo endambûna Ukraynayê razî ne û deriyê wan vekiriye.

Wezîrên derve yên welatên endamên NATOyê li Oslo ya paytexta Norveçê li ser mijara endambûna Ukraynayê gotûbêj kirin. NATO dibêje deriyê wan ji Ukraynayê re vekiriye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg anî ziman, “Hemû hevpeyman ligel wê yekê ne ku derî vekirî be, tenê  hevpeyman û  Ukrayna  bixwe  dikarin  biryarê derbarê endambûna Ukraynayê de bidin. Rûsyayê mafê Vetoyê nîne. Hemû hevpeyman bo endambûna Ukraynayê razî ne.”

Weke ku tê dîtin ji Rojava ve, welatên endamên NATOyê Rûsya dorpêç kirine. Eger Ukrayna jî li wan zêde bibe rewşa jeopolîtîk û stratejîk a Rûsyayê aloztir dibe.

Piştî ku Rûsyayê Kirim kir beşeke welatê xwe, Ukraynayê hewlên xwe ji bo endambûna NATOyê zêdetir kirin. Hezîrana 2017an Parlamentoya Ukraynayê qebûl kir ku daxwaza endambûna NATOyê bê pêşkêşkirin. Sedema sereke ya van hemû bûyeran û zêdebûna hewlên Ukraynayê yên ji bo endambûna NATOyê leşkerkêşiya Rûsyayê bû.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got, “Gelo ji bilî NATOyê ti garantiyeke din a ewlehiyê heye? Em dixwazin garantiya me ya NATOyê hebe. Niha jî ku em ne endamên NATOyê ne,  em garantiya ewlehiyê dixwazin.”

Li gor maddeya pêncemîn a Peymana NATOyê, dirûşma  sereke ya wê hevpeymaniyê “yek ji  bo hemûyan û hemû bo yekê ne”. Wate êrîşa li ser her endamekê bo ser hemû endamên NATOyê ye. Eger Ukrayna bibe endam, wê demê welatên endamên NATOyê, dikarin raterast li dijî Rûsyayê şer bikin. Bi wateyeke din şerê Yekitiya Ewropayê û Rûsyayê dest pê dike. Eger Ukrayna jî bibe endam û şer destpêneke wê demê ti wateyeke NATOyê namîne.