Neteweyên Yekbûyî: Îsal 2.3 milyar kes rûbirûyê pirisgirêka kêmbûna avê dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Germa û hişkesaliyê çemên navçeyê miçiqandine, xelk jî neçar kirine pişta xwe bi ava jêr erdê girêbidin. Li gor amareke Netewên Yekbûyî, îsal bi kêmanî 2.3 milyar kes li tevaya cîhanê rastî pirsgirêka kêm aviyê tên.

Li gundekî herêma Racistanê li bakurê Hindistanê, jinên gund di bin germayeke tîr û dijwar de, satil û kuwîzên xwe hilgirtine û diçin ji vê bîrê avê bo malên xwe tînin.

Rambog Mena, welatiyê Hindistanê dibêje, “Hemû gund yek çavkaniyeke wî ya avê heye. Ji sibeha heta êvarê, xelk tên vir avê hildikişîin. Tu dibînî li vir  çend jin ji bo avê rêz bûne. Êvarê hejmara xelkê zêdetir jî dibe. Li vir av pirisgirêkeke mezin e.”

Li gor rêxistina jîngehparêzan, ji sala 1997an ve rûberê wan navçeyên ku ji ber hişkesaliyê dinalînin li Hindistanê ji sedî 57 zêde bûne, û ji sedî 30ê zeviyên vî welatî beyar bûne. Havîna îsal jî, krîza avê ya vî welatê Asyayî xerabtir bûye.

Mahesh Mean welatiyekî din ê Hindistanê dibêje, “Vê havînê pileya germayê digihê 40 heta 50 pileyan. Keşûhewa zêde germ e, li gel vê yekê jî krîza avê rewşa me xirabtir kiriye. Vê heavînê xelk rûbirûyê pirisgirêkeke mezin bûne.”

Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya dawî de derbarê hişkesaliyê de dibêje, di 30 salên borî de, hişkesalî bûye sedema ku Hindistan ji sedî 5ê dahata navxweyî ji dest bide.

Ev krîz cîhanî ye

Neteweyên Yekbûyî dibêje, di vê salê de zêdeyî 2 milyar û 300 milyon kes li seranserê cîhanê rûbirûyê pirisgirêka kêmbûna avê dibin.

Her li gor vê rêxistinê, ji sedî 15ê karesatên suruştî yên cîhanê ji ber hişkesaliyê bûn, ku bûne sedema canjidestdana nêzîka 650 hezar kesî.

Herwiha hişkesalî di navbera salên 1998an heta 2017an de ziyana 124 milyar doloar gihnadiye aboriya cîhanê.