Li Japonyayê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên eyaleta Kaoşîmayê ya li başûrê Japonyayê bi mezinahiya 6an erdhej çêbû.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê li peravên Kagoşimayê bi saeta herêmî saet 23:04an bi mezinahiya 6an erdhej çêbû.

Li gorî agahiyan erdhej 40 kilometreyan di bin erdê de çêbû.

Li gorî NHKya televîzyona dewletê, erdhej li eyaletên peravê yên li herêma Kyuşuyê û Miyazakî jî di nav de hat hîskirin.

Ajansa Kyodoyê ya fermî diyar kir ku li herêmê hişyariya "pêla mezin" nehat dayîn.