Koçberên ku di navbera Fransa û Brîtanyayê de wenda bûbûn hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên ku keştiya wan di navbera Fransa û Brtîtanyayê qul bûbû, hatin rizgarkirin.
Keştiya şeva borî ji Fransayê ber bi Brîtanyayê ve bi rê ketibû, piştî qulbûnê bêserûşûn bû û jiyana rêwiyên wê jî ketibû metirsiyê.
Çalakvanê koçberan ê Ewropayê Renc Pişderî ji Rûdawê re got, "Nêzîkî saet 12:30an a îro polîsên Fransayê gihiştin hawara koçberan û ew rizgar kirin.”
Renc Pişderî da zanîn ku 69 kes tê wê belemê de bûn 20 ji wan Kurd bûn.
Bi gotina Renc Pişderî polîsan hemû koçber dîsa vegerandine Fransayê.
Kesekî bi navê Bêstûn Ebdullah berî nîvroya îro ji Rûdawê re got, "Biraziyê min bi hevjîn û zarokekî xwe re di nav belemê de ne û alîkariyê dixwazin.”
Piraniya koçberan xelkê sînorê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ne.
Yek ji koçberan di peyameke dengî de berî ku bên rizgarkirin gotiye, "Belema me qul bûye, ji şev ve av tê hindur.”
Salane ji bo gihîştina Brîtanyayê, bi hezaran koçber bi keştiyên biçûk rêya Qenala Îngilîzî ku li navbera Fransa û Brîtanyayê ye, digirin.
Li gorî amarên hikûmeta Brîtanyayê, ji destpêka îsal ve heta 10ê Sibatê, hezar û 554 koçber di qenalê re derbas bûne.