Keştiyeke ku koçberên Kurd jî tê de bûn bêserûşûn e

Deryaya di navbera Fransa û Brîtanyayê de / Wêne: Rûdaw Grafîk

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiyeke ku hinek koçberên Kurd jî tê de bûn di navbera Fransa û Brîtanyayê de bêserûşûn e.

Keştiyeke koçberan duh ji Fransayê ber bi Brîtanyayê ve çû ku tê de zêderî koçberan hebû û hinek ji wan Kurd in.

Kesekî bi navê Bêstûn Ebdullah da got, "Kurmamekî min li gel hevjîn û zarokê xwe di keştiyê de ne û alîkariyê dixwazin."

Bi gotina Bêstûn Ebdullah “Heta saet 10:30ê îro penaberan xetên înternetê hebûn û peyam dişandin lê niha êdî xet nemaneye."

Bêstûn Ebdulla got, di nav keştiyê de zêdetirî 20 Kurd hene ku piraniya wan xelkên Îdareya Serbixwe ya Raperînê ne.

Yek ji penaberan di peyameke dengî de dibêje, "Keştiyek nêzîkî me ye, keştiya me qul bûye, ji şev ve av tê hundir."

Her li ser vê mijarê, çalakvanê penaberan ê Ewropayê Renc Pişderî ji Rûdawê re got:

“Min bi polîsên Fransayê re axaftiye, ew daxwaza lokasyona cihê bûyerê dikin da ku bi hawara wan ve biçin.

Lê ji ber ku herêm fireh e wan jî tora înternetê nemaye û heta niha lokasyon neşandine."

Ji ber nemana tora înternetê, çarenivîsa van penaberan ne diyar e.

Salane ji bo gihîştina Brîtanyayê, bi hezaran koçber bi keştiyên biçûk rêya Qenala Îngilîzî ku li navbera Fransa û Brîtanyayê ye, digirin.

Li gorî amarên hikûmeta Brîtanyayê, ji destpêka îsal ve heta 10ê Sibatê, hezar û 554 koçber di qenalê re derbas bûne.