Artêşa Rûsyayê: Kherson hat kontrolkirin

02-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna Kherson
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandin ku artêşa wî welatî bajarê Kherson li başûrê Ukraynayê ku dikeve ser Deryaya Reş, bi temamî kontrol kirine.

Di roja 7mîn a êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de, Artêşa Rûsyayê kontrolkirina bajarê Kherson ê li başûrê Ukraynayê ragihand.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov di daxuyaniyeke televîzyonî de daye xuyakirin ku “yekîneyên Rûsî yên hêzên çekdar Kherson bi temamî kontrol kirine.”

Artêşa Rûsyayê duh di şeşemîn roja êrîşa xwe ya bo ser Ukraynayê de gihîştibû nêzîk bajarê Khersonê û dest bi dorpêçkirina bajêr û danîna xalên xwe yên serbazî kiribû.

Her duh artêşa Rûsyayê bajarê Berdyansk li başûrê rojhilatê Ukraynayê ku dikeve ser Deryaya Aazov kontrol kiribû.

Ji aliyê din ve Şaredarê Khersonê Igor  Kolixayev di parvekirineke xwe ya li facebookê de got, "Em heta niha girêdayî Ukraynayê ne. Em hêj cîgirin."

Berevajî îdîayên Rûsyayê, Şaredarê Khersonê jî destnîşan kir ku ew li rêyeke digerin ku "cenazeyên miriyan li bajêr kom bikin" û "xizmetên elektrîk, gaz, av û germkirinê yên ji ber şer zerar dîtine çak bikin."

Hêzên Rûsyayê herwiha hewl didin bajarê Marioupol jî dorpêç û kontrol bikin û bi vî awayî têkiliya Ukrayanyê bi Deryaya Azovê re bi temamî qut bikin, lê artêşa Ukrayanyê hêj jî bi dijwarî li ber xwe dide.

Ji destpêka êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê ve, hêzên Rûsyayê herî zêde li başûrê Ukraynayê ber bi pêş ve çûne.

Li aliyekî din, Artêşa Rûsyayê êrîşên xwe bo ser Kyiv û Kharkivê jî zêdetir û dijwartir kirine. Artêşa Rûsyayê îro komelgeheke niştecîbûnê li bajarokê Borodyanka li nêzîk Kyiv a paytexta Ukraynayê bi dijwarî borduman kir û wêraniyeke mezin çê kir.

Hêzên Rûsyayê herwiha birca televîzyonê ya li Kyivê û navenda kanala Ukraine 24 jî bi mûşekan kirin armanc.

Artêşa Rûsyayê duh Sêşembê Meydana Azadî ya li navenda bajarê Kharkivê duyemîn bajarê mezin ê Ukraynayê jî dabû ber mûşekan û avahiya rêveberiya bajêr kiribû armanc.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst