Îranê bersiva gefê Trump da: Em guh nadin gotinên vala!

Navenda Nûçeyan -

  Îranê bersiva daxuyaiyên Serokê Amerîkayê Donald Trump û çend berpirsên din ên wî welatî da, ku ji ber ceribandina mûşekî ya roja yekşemiyê rexneyên tund li Tehranê girtibûn û hişyarî dabûn berpirsên Îranê.

 

Şêwirmendê pilebilindê Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Elî-Ekber Wilayetî îro pênşemiyê di daxuyaniyekê de bersiva hişyarî û tehdîdên berpirsên Amerîkayê da.

 

Elî-Ekber Wilayetî ragihand, gefên Amerîkayê yên derbarê ceribandina mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve, giring nînin û tekez kir, ku Tehran ti giringiyeê nade wan gotinan.

 

Wilayetî got: “Ev ne cara yekê ye ku Amerîka gefên bi wî awayî li Îranê dike. Washington bi xwe jî dizane ew gefên wisa bêmifa ne û bi krêî tiştekî nayên”.

 

Wilayetî herwiha geşedan bi sîstemên mûşekî yên Îranê bi mafekî rewa yê welatê xwe da zanîn û diyar kir: “Îran ji bo bergiriyê li xwe bike, pêwîstî bi muhleta ti welatekê nîne”.

 

Şêwirmendê Rêberê Îranê destnîşan kir, ku ew dê li ser bernameya xwe ya mûşekî berdewam bin û guh nadin gotin û gefên berpirsên Amerîkayê.

 

Ev bersiva Îranê di demekê de ye, ku her îro pênşemî, Serokê Amerîkayê Donald Trump di çend twîtan de rexneyên tund li Îranê û siyasetên wî welatî girt û ragihand, ku Washingtonê bi fermî hişyariyeke tund daye Tehranê.

 

Trump herwiha da xuyakirin, ku Îran divê ji ber îmzakirina rêkevtina atomî spasiya xwedê bike, ji ber ew rêkevtin gelek xirab û bi qazanca Tehranê bûye.

 

Turmp da xuyakirin, ku Îran li ber rûxanê bû, lê belê rêkevtina welatên zilhêz careke din.

 

Trumo got: “Me bi fermî hişyarî daye Îranê, divê Îran spasiya xwedê bike, ku Amerîka ew rêkevtina xirab pê re îmza kiriye”.

 

Pêştir Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî Nikki Haley jî ragihandibû: “Me zanyariyên temam hene, ku roja yekşemiya bihorî 29ê Çieya 2017ê, Îranê mûşekeke balistîk a asta navend ceribandiye. Me di vê rêveberiyê de biryar daye ku çavê xwe li ser van reftarên Îranê bigirin. Me dê kirdar hebe, em dê bihzê bin û dengê me dê bilind be. Em dê her tiştî bikin, ji bo parastina Amerîkayê û cîhanê”.

 

Roja yekşemiya bihorî Îranê li parêzgeha Simnanê mûşekek balistîk ceriband. Piştî îmzakirina rêkevtina atomî ya navbera Îranê û welatên 5+1, ew 12emîn ceribandina mûşekî ya Îranê bû.

 

Berpirsên Amerîkayê ragihandibûn, ku mûşeka ku Îranê ceribandiye, navê wê Xuremşehr bûye û dema ku 965 km bilindî esman bûye, teqiyaye û ceribandina wê serkevtî nebûye.

 

Wezîrê Berevaniya Îranê Hisên Dêhqan duh çarşemiyê 1ê Sibata 2017ê ceribandina mûşekî ya welatê xwe li Simnanê piştrast kiribû.

 

Ji ber wê ceribandina mûşekî, Amerîkayê bertekek tund nîşan da û Encumena Asayişa Navdewletî jî roja sêşemiyê derbarê mijarê de civînek li ser daxwaza Amerîkayê li dar xist. Di civînê de, Encumena Asayişa Navdewletî piştrast kir, ku Îranê berovajiyê rêkevtinê û biryarnameya vê encumenê, mûşekek balistîk ceribandiye.

 

Encumena Asayiş daxwaz ji Îranê kir, ku ceribandina mûşekan bide sekinandin.

 

Her li ser deribandina mûşeka balistîk, duh çarşemî 1ê Sibatê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Netewî ya Amerîkayê Michael Flynn Michael Flynn ragihand, ceribandina mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve bi taybet di van demên dawiyê de, binpêkirina biryarên Encumena Asayişa Netewên Yekgirtî ye.

 

Flyyn da xuyakirin, karên vê dawiyê yên Îranê, weke ceribandina mûşekeke balistîk û êrişkirina ser gemiyeke Erebistana Siûdiyê ji aliyê çekdarên Husî yên Yemenê ve ku Îran piştgiriya wan dike, didin nîşandan, ku Îran bi çi awayî di ne îstiqrariya herêmê de rol dibîne.

 

Flyyn tekez kir: “Îran li ser piştgirîkirina hussîyan û binpêkirina biryarên navdewletî berdewam e. Ev jî dibe sedema ne îstiqrariya herêmê. Îran li dijî Siûdiyê û Amerîkayê û hevpeymanên wê çalakiyan dike, her ji ber wê jî, rêveberiya Trump wan reftarên Îranê şermezar dike”.