Li Amerîkayê projeyasayek ji bo girtina kampên malbatên DAIŞiyan tê amadekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kongresmanên Komarî û Demkorat ên Amerîkî projeyasayek amade kirine ji bo girtina kampên malbatên DAIŞê di nav wan de Kampa Holê.

Li gor du kongresmanên ku projeyasa amede kirine, Lindsey Graham û Cîn Şahîn amaje bi operasyona dawiya Hêzên Suriya Demkoratik (HSD) hatiye kirin û daxwaz hatiye kirin ku alîkariyên pêwîst werin dabîn kirin ji bo rê li hember geşbûna DAIŞê li Suriyê were girtin.

Di projeyasayê de her wiha demeke diyarkirî ji bo girtina kampên malbatên DAIŞê di nava wan de Kampa Holê heye û daxwaz dikin ku her welatek welatiyên xwe werbigire.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.