Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Êzidî yên li Awustralyayê pirsgirêkên wan ên peydakirina wergêr heye. Hikûmeta Awustralyayê jî biryar daye ku li ser vê mijarê bi awayekî cidî bixebite û wergêrên Îngilîzî-Kurdî ji wan re peyda bike.
Nêzîkî 1000 penaberên Kurdên Êzidî ji dema êrîşa DAIŞê ya sala 2014an heta niha, ev 5 sal in li bajarekî Herêma New South Wales a li başûrê rojhilatê Awustralyayê dijîn.
Hikûmeta herêmê dibêje, wergêrên ku ji Kurdên Êzidî re hatine dîtin, bi zaravayê Kurmancî nizanin û ev yek jî ji bo penaberên ku ji Şingal û derdora wê ne, pirsgirêk çêkiriye.
Roja Pêncşemê Parlamentoya Federal a Awustralyayê li ser budceya welêt civiya. Parlamentera Partiya Keskan a Awustralya Sue Higginson ji nûnerên welatê xwe re ragihand ku Kurd di bin streseke mezin de ne û di çareseriyê de zehmetiyan dikişînin.
Wezîrê Karûbarên Pirçandî yê New South Walesê, Mark Corr ji parlamentoyê re ragihand ku hejmarek ji penaberên Kurmancîaxêv di dema çareseriya derûnî de ji wan re wergêrên Erebî hatine peydakirin.
Mark Corr her wiha destnîşan kir ku haya wî ji pirsgirêkên penaberên Kurd ên li Wagawagayê heye û got 28 milyon dolar ji bo piştgirîkirina civakên pirçandî di du salên bê de hatine veqetandin.
Yek ji pirsgirêkên sereke yên Kurdên Êzidî yên li Wagawagayê nebûna wergêran e û destûr nayê dayîn ku wergêrên xwe destnîşan bikin.
Higginson diyar kir, 5 sal piştî ku cih ji bo Kurdên Êzidî hat damezrandin, eşkere bû ku xizmetguzariya wir ne serkeftî ye.
Li aliyê din, Rêveberê Kargêrî yê Wezareta Pirçandî ya New South Wales Joseph LaPosta ragihand ku ew ji bo çareseriyê li pey wan pirsgirêkan e û wergêrî pîşeyek e ku pêwîstî bi diploma û pêbaweriyê ye.
Joseph LaPosta anî ziman, “Heger ev beşeke hikûmetê be an beşek ji rêxistinên sivîl an jî yên din be, ez ê kêfxweş bim ku bi rayedarên têkildar re bixebitim da ku pê ewle bibim.”
Joseph LaPosta diyar kir ku hikûmetê di dema şerê li dijî DAIŞê de ji bo Kurdên Êzidî wergêran peyda bike zehmetî kişand lê nebûna wergêrên Kurmancî û zaravayên din ên Kurdî li New South Wales ne sûcê hikûmetê ye û got, “Ez dibêjim gelekî dadperwer bû ku me hewl da 12 hezar kes binîne vî welatî ji bo ku wan biparêzin û wan bicih bikin.”
Joseph LaPosta destnîşan kir ku Hikûmeta Awustralyayê di sala 2020an de bernameyeke perwerdekirina wergêran daye destpêkirin ku niha 450 wergêr jê sûdê werdigirin û zaravayê Kurmancî jî yek ji wan mijaran bûye ku girîngiyeke taybet hatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse