Koçberekî Kurd 71 roj e li Yunanê ketiye greva birçîbûnê

Hewlêr (Rûdaw) – Koçberekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ew 71 roj e li pêşiya ofîsa Komîsyona Bilind a Penaberan a Netewên Yekgirtî (UNHCR) a li bajarê Athîna ya paytexta Yunanê ketiye greva birçîbûnê.

Enwer Nîloferî xelkê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ji roja 23ê Hezîrana îsal ve li pêşberî avahiya ofîsa UNHCR a li Athînayê ketiye greve. Enwer Nîlûferî dibêje: “Heta niha UNHCR bersiva daxwazên wî yên ji bo dayîna mafê penaberiyê û şandina wî bo welatekî sêyem nedaye.”

Nîlûferî herwiha dibêje, heta niha polîsê Yunanê çend caran li ser giliya ofîsa UNHCR ew desteser kirine û paşê berdane.

Ew koçberê Kurd nêzîkî 6 salan e ku li Yunanê ye. Wî pêştir karîbû xwe bigihîne Swêdê, lê li wê derê ji aliyê polîsê Swêdê ve hatibû desteserkirin û piştre bo welatê Yunanê hatibû vegerandin, ji ber ku li Yunanê bo cara yekem di sînorê Yekîtiya Ewropayê de pencemor ji wî hatibû wergirtin.

Enwer Nîlûferî sala 2017ê jî bo dema 64 rojan her li heman cihê niha ketibû greva birçîbûnê, lê gireva wî bê encam bi dawî hatibû.

Enwer sala 2005ê ji Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dabû Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê û li Zanîngeha Selaheddînê dest bi xwandina zanîngehê di beşa endazyariyê de kiribû û xwandina xwe di heman beşê de qedandibû. Piştî qedandina xwandina xwe, Enwer Nîlûferî di projeyeke niştecihbûnê de li nêzîk bajarê Hewlêrê dest bi kar kiribû.

Sala 2015 û di dema pêla çûna koçberên Sûrî û Kurd bo Ewropayê de, wî koçberê Kurd jî berê xwe da Ewropayê.

Nîlûferî ku di nava dost û hevalên xwe de weke Muhendîs dihat naskirin, yekem Kurdê Rojhilatê Kurdistanê ye ku pirtûkek debrarê kompiyuterê de bi zimanê Kurdî bi navê “Roj Baş Kompiyutera Min” nivîsiye.