Îro gera 13mîn a danûstandinên Astanayê birêve diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Îro û sibe gera 13mîn ya danûstandinên Astanayê di derbarê rewşa Sûriyê de birêve diçe. Di civînê de bo cara yekem nûnerên Iraq û Lûbnanê weke çavdêr beşdar dibin.
Li Bajarê paytexta Kazaxistanê bajarê Nur Sultan civîna welatên garantor taybet bi Sûriyê destpêkir, di civînê de serokatiya şanda Rûsyê Alexander Lavrentievdike û herweha serokatiya şanda Îranê Ali Asgar Hacî dike û serokatiya şanda Tirkiyê Sedat Onal dike.
Di civînê de, hejmarek ji mijarên weke rewşa Idlib û dirustkirina “navçeya aram” û paşeroja Sûriyê têne gotûbêjkirin.
Rewşa Sûriyê, bi taybetî parêzgeha Idlibê, ku êrîşa hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê li ser e, metirsîdar e.
Neteweyên Yekbûyî haydarî daye, ku eger rêgirî li ber wê êrîşê neyê kirin, êdî Idlib dibe xirabtirîn karesta mirovî ya sedsala 21em.
Neteweyên Yekbûyî, ji bo diyarkirina rewşê, amareke taybet bi qurbaniyên êrîşan, belav kiriye.
Derbarê mijarê de Alîkarê Serkreterê Neteweyên Yekbûyî Ji Bo Karûbarên Mirovî Mark Lowcock dibêje: "Bêhtir ji 90 rojî heta niha bombebarankirin û topbarankirin ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, bi piştgiriya Komara Rûsya, bûye sedema komkujiyekê li wî cihê ku jêr tê gotin navçeya kêmkirina şer li Idlibê. Roja 26ê Tîrmehê, Nivîsgeha Komîsyarê Bilind a Mafên Mirovan zanî ku bi kêmanî 450 kesên sivîl di dawiya meha Nîsanê de, hatin kuştin di nav wan de bêhtir ji sed kesî, tenê di 2 heftiyên dawî de."
Grûpa Krîzên Navdewletî, di nûtirîn raporta xwe de, behsa wê yekê dike ku piştrastî derbarê paşeroja Sûriyê de nîne.
Li gorî raportê, poşmanbûna Amerîka ji vekişîna artêşa welatê xwe, xwedî bandoreke nerênî bû, lê aramiya giştî ji vê yekê nehat. Her ji bo vê yekê jî, erkê herdu hêzên mezin ên cîhanî ye, ku Amerîka û Rûsya ne, hinek gav ji bo bidestxistina aramiya yekcarî, bavêjin.
Li aliyekî din, îro û sibe li Kazaxistanê, 13emîn gera civînên Astana yên taybet bi pirsa Sûriyê, birêve diçe.
Di gera vê carê de, ji bilî Rûsya, Tirkiye û Îran, ku weke welatên garantor naskirî ne, nûnerên her yekê ji hikûmet û opozisyona Sûriyê, Urdin û Neteweyên Yekbûyî jî, amade dibin û yekem car e, ku Iraq û Lubnan weke çavdêr amade dibin.
Di civînê de, hejmarek ji mijarên weke rewşa Idlib û dirustkirina navçeya aram û paşeroja Sûriyê têne gotûbêjkirin.