Mars nêzîkî Cîhanê bû

Navenda Nûçeyan - Mars piştî 15 salan ev qasî zêde nêzîkî Cîhanê bû.

 

Gerstêrka Sor a ku 57,6 milyon kîlomêtro dûrî Dinyayê ji sala 2003an vir ve cara ewil e ku ev qasî nêzîkî Cîhanê bû.


Mars di Sîstema Tavî de piştî Dinyayê gerstêrka 4emîn a herî nêzîkî Cîhanê ye, navbera wê û Tavê de 230 milyon kîlometre heye.


Cîhan rêwîtiya xwe ya di rêgeha Tavê de di 365 rojan de temam dike, lê Mars 687 rojan de vê rêwîtiyê diqedîne.


Mars herî dawiyê di sala 2003an de 55,6 milyon kîlometreyê gelekî nêzîkî Cîhan bibû.


Piştî vê di 6ê Cotmeha 2020an de dê gelekî nêzîkî Dinyayê bibe.